Serrûpel Nûçe Barzanî: Divê zimanekî yekgirtî hebe

Barzanî: Divê zimanekî yekgirtî hebe

Belav bike

 Piştî di vê hevdîtinê de (23/5/2012) her yek ji amadevana dîtin û ramanên xwe anî ziman, Serokê Herêma Kurdistanê axivitenek kir.  Serokê Herêmê di axivitina xwe de bal kişand ser pêwîstî û girîngiya zimanê standard kir û da diyarkirin ku divê zimanekî yekgirtî hebe.  Der barê vê mijarê de li gor MSHK’ê, Serokê Herêmê got ” ji armancên qebulkirina Serokayetiya Herêmê bi standartkirina zimanê Kurdî bû û li hewlên xwe de jî berdewam dibê heta ew armanc pêkbê. Ji ber ku yek ji bingehên her neteweyek hebûna zimanekî standarde, raste awazên cûda cûda heye lê belê mîlletan vê ezmûnê derbaskirine û li dawiyê de karîne zimanekî standart ji bo xwe pêkbînin û eve jî ragihand ku yek ji şakarên şoreşa eylûl têkilbûna hemû şêwe û zaravayên Kurdistanê bû. Em dizanîn ev kar gelek ne hêsane û pêwîstî bi çendîn salan heye, lê belê divê ji niha ve karên cîddî ji bo wê bikîn û zimanekî yekgirtî ji bo nivîsîn wekî zimanê Erebî pêkbînîn û eve jî dibê bibin newata vê karê û desteya xwe jî berfirehtir bikin heta hemû pîspor û zimanevanê perçeyên dinê Kurdistanê jî li xwe bigrê û pêwîste Parlemen û Hikûmeta Kurdistanê piştgîriyekî tevahî li wê erkê pîroza we bikin û bi tu awayekî jî rê nadîn mesaîlên siyasî bixin nava vê erkê.”


  

Avestakurd