Dîwan, bi berhemên wekî “Dîwana Kurmancî”, “Fîlozofekî Reşbîn û Bêdîn”, “Bo Te Ji Welatekî Dûr Dinivîsim”, “Ji Edebiyata Cîhanê 30 Çîrokên Bijare”, “Evînname”, “Dinya Delal”, “Jiyana Mûsa Ya Li Misrê (Li Gorî Wehya Quranê)”, piyê xwe diavêje alema weşangeriyê. Ji van heft berheman, şeş jê xurû bi Kurdî û yek jî bi Kurdî-Tirkî ye.
Berhema bi navê Dîwana Kurmancî ya li ser şairên klasîk ên Kurdî ku ji hêla Ebdurreqîb Yûsif ve hatiye amadekirin, antolojiya helbestvanên Kurdan ên klasîk e. Fîlozofekî Reşbîn û Bêdîn jî helbestên fîlozofê navdar ê Ereb Ebûl-‘Ela el-Me’erriyê ku bi reşbîniyî û gilîbariya xwe navdar e. Berhema bi navê Bo Te Ji Welatekî Dûr Dinivîsim jî antolojiya helbestên cîhanê ye. Ji 200î zêdetir helbestvanên cîhanê, tevlî kurtejiyana xwe û stîla xwe a helbestê di vê xebatê de cih digirin. Ji Edebiyata Cîhanê 30 Çîrokên Bijare jî ji 30 kurteçîrokên herî navdar ên cîhanê pêk tê. Herwiha Evînname jî ji kurtehelbestên evînî yên cîhanî pêk tê. Berhema Dinya Delal E, pexşan û kurtehelbestên Husein Muhammed ên di demdirêjiya temenê xwe de dane ser hev e. Berhema dawî jî ya bi navê Jiyana Mûsa Ya Li Misrê (Li Gorî Wehya Quranê) ya Yavuz Delal e. Ev Xebat bi Kurdî-Tirkî ye û Kurdiya wê aîdî Mihemed Jiyan e. Xebata ku bi temamî ji ayetên Quranê pêk tê û jiyana Mûsa ya li Misrê bi awayê çîrokî hatiye honandin. Amadekar di vê xebatê de xwestiye ku têkoşîna Mûsa ya ji bo Îsraîliyan û rewşa neteweya Kurdan a ku dişibe rewşa Îsraîliyan hevrû bike û di ronahiya Quranê de li ser têkoşîna neteweya Kurd bigihê encamekî.
1.
Dîwana Kurmancî
Çîrokeke Dîwana Kurmancî ya balkêş heye. Ev kitêba biçûk a giranbiha yekemîn berhevoka zaravayê Kurmancî ye.Ebdurreqîb Yûsif, ev berhevok 60 salan piştî mirina Ehmedê Xanî, ji hêla kesekî nediyar ve hatiye amadekirin. Ev dîrok ji bo me xebatkarên wêjeya Kurdî, gelekî girîng e. Lewra bi vê keşkulê, qena’eta me hasil dibe ku ji bilî Elî Herîrî, Feqiyê Teyran, Melayê Cizirî, Melayê Bateyî û Ehmedê Xanî; Mîna, Macin, Sadiq û Mela Mensûrê Girgaşî jî yên pêşiya sala 1767ê miladî ne. Heke em li berhem û jiyana wan bigerin, divê xebata xwe li dor wan deman bikin. Piştî Dîwana Kurmancî, gelek pirtûkên din li ser rêgeha wê derketine. Ji bo mînak; Hozanvanêt Kurd a seyda Amêdî jî kitêbeke bêhempa ye. Lê, Dîwana Kurmancî rêya berhevkariya edebiyata Kurdî vekiriye.
Nav |
Dîwana Kurmancî-Şairên Klasîk ên Kurd |
|
ISBN |
978-605-87070-3-0 |
|
Biha |
8,00 TL |
|
Jimara Weşanê |
Dîwan – 09 |
|
Rêz |
Rêza klasîkên Kurdî |
|
Rûpel |
124 |
|
Amadekar |
Ebdurreqîb Yûsif |
2.
Fîlozofekî Reşbîn û Bêdîn
Ebûl-‘Ela el-Me’errî (أبو العلاء المعري), 973–1057, helbestvan û fîlozofekî mezin ê Ereb e ku bi hostetiya helbestên xwe û reşbîniya xwe navdar e. Li Sûriyeya niha hat jiyanê û di pêncsaliya xwe de ji ber gurrîbûnê (xurîtiyê) kor bû. Lê wî tevî korahiya xwe jî li Helebê, Antakyayê û hin deverên din yên Sûriyê xwend û bû ramanwerek azad, fîlozof û helbestvanek navdar yê gerok. Tek tiştê her berdewam di helbestên wî de xemgînî û reşbîniya wî ye.
”Ev gor tawana babê min e li dijî min.
Min tawan dijî tu kesî nekir.”
(nivîsa li ser kêla el-Me’erriyê ku bêdûnde mir)
Nav |
Fîlozofekî Reşbîn û Bêdîn |
|
ISBN |
978-605-87070-7-8 |
|
Biha |
6,00 TL |
|
Jimara Weşanê |
Dîwan – 04 |
|
Rêz |
Edebiyata Rojhilat |
|
Rûpel |
80 |
|
Nivîskar |
Ebû l-‘Ela el-Me’errî |
3.
Dinya Delal e
Hin caran bo vegotina ya di dilê xwe de mirov ne hewceyî nivîsîna pirtûk û romanan e. Hesta kûr dikare pir kurt jî bête derbirin.
Ev ceribandin di heyamê nêzîkî deh salên borî de hatine nivîsîn. Kurtenivîsên Husein Muhammed ên bi vî awayî, ne tenê ev in, lê gelek hê li ser defterên destnivîsî mane. Belê ev ji nav wan wekî guldesteyekê hatine vebijartin û ji bo xwendevanên Kurdî hatine pêşkêşkirin.
Nav |
Dinya Delal e |
|
ISBN |
978-605-87070-1-6 |
|
Biha |
6,00 TL |
|
Jimara Weşanê |
Dîwan – 03 |
|
Rêz |
Edebiyat |
|
Rûpel |
80 |
|
Nivîskar |
Husein Muhammed |
4.
Evînname
Peyva ku raza jiyanê û afirandina heyînê tê de veşartî ye: Evîn… hestê ku alem tê de xef in. Hîsê ku şevan xwe lê pêçavtiye… Rê û rêbera tekane ya dilê zindî û hişyar. Ew hestê ku di dîroka mirovahiyê de bi hezaran kitêb li serê hatine nivîsandin û ji bo milyonên însanan bûye hedef û armanc. Şanazî, bextreşî, qiblegah, mescîd, vejîn û mirin li ser wê ava bûne… Hestê ku hemî arif, aşiq û şairên Kurdan jî xwe dane tanga wê û merama dilê xwe tê de îfade kirine. Husein Muhammed, ji gulên evînî yên ji gelek baxçên dinyayê pêkhatî guldesteyek amade kiriye û ev guldeste wekî diyarî pêşkêşî xwendevanên Kurdî û rêwiyên evînê kiriye. Bi xwendina vê berhema delalok, em dê ji bêhna gulên gulzarê gelek welatan sûdewer bibin.
Nav |
Evînname |
|
ISBN |
978-605-87070-6-1 |
|
Biha |
10,00 TL |
|
Jimara Weşanê |
Dîwan – 04 |
|
Rêz |
Edebiyata Cîhanê |
|
Rûpel |
80 |
|
Amadekar |
Husein Muhammed |
5.
Bo Te Ji Welatekî Dûr Dinivîsim
Ev antolojiya helbestên cîhanê, piralîtiya hunera helbestan bi 200 nimûneyan pêşkêşî xwendevanên Kurdî dike. Nivîskarên ji neteweyên cuda, ji serdemên cihê û yên bi stîl û şêwazên ciyawaz dinivîsin di vê xebatê de kom bûne. Loma di nav helbestan de hin yên nûjen û hin jî kevnar in. Helbestên ku bi Ingilîzî, Erebî, Farisî, Fînî û Soranî hatine nivîsîn, yekser anku dîrek ji wan zimanan hatine wergerandin. Yên Fransî û Almanî ji Ingilîzî hatine wergerandin…
Ev berhema ku di rêza Edebiyata Cîhanê de wekî kitêba sêyemîn diweşe; berdewamiya kurtehelbestên evînî û çîrokên navdar ên cîhanî ye. Di vê xebatê de ji sedî zêdetir şair û şiîrên wan cih digirin. Herwiha kurtejiyan û stîla şairan a şiîrê jî li xebatê hatine zêdekirin.
Nav |
Bo Te Ji Welatekî Dûr Dinivîsim |
|
ISBN |
978-605-87070-5-4 |
|
Biha |
10,00 TL |
|
Jimara Weşanê |
Dîwan – 05 |
|
Rêz |
Edebiyata Cîhanê |
|
Rûpel |
304 |
|
Amadekar |
Husein Muhammed |
6.
Ji Edebiyata Cîhanê 30 Çîrokên Bijare
Di vê pirtûkê de 30 kurteçîrokên ji edebiyata cîhanê bi wergera Kurdî cih digirin. Ev berhevok bi çîrokeke Giovanni Boccaccio dest pê dike û çîrokên Alphonse Daudet, Juhani Aho, Bjørnstjerne Bjørnson, Ernest Hemingway, Hermann Hesse, Mehabad Qeredaxî, Oscar Wilde, Mark Twain, Hans Christian Andersen, Charles Baudelaire, Reûf Bêgerd, Elaedîn Secadî, Xelîl Cibran, Se’diyê Şîrazî, Îvan Turgenev, Fyodor Dostoyevskî û Anton Çexov didome… Mebesta vê antolojiya çîrokan ew e ku piralîtiya hunera vegotinê ya pexşanî bi 30 çîrokan pêşkêşî xwendevanên Kurdî bike.
Nav |
Ji edebiyata cîhanê 30 çîrokên bijare |
|
ISBN |
978-605-87070-4-7 |
|
Biha |
10,00 TL |
|
Jimara Weşanê |
Dîwan – 06 |
|
Rêz |
Edebiyata Cîhanê |
|
Rûpel |
216 |
|
Amadekar |
Husein Muhammed |
7.
Jiyana Mûsa Ya Li Misrê (Li Gorî Wehya Quranê)
Ev xebata li ser Mûsa eleyhîsselam, meriv dikare bêje ku di warê xwe de tenê ye. Hetanî niha li ser mucadela Mûsa eleyhîsselam xebateke ku hemî naverok ji ayetên Quranê pêk were nehatiye kirin. Loma hem mutewazî û hem jî girîng e.
Yavuz Delal heta niha li ser mucadela Mûsa eleyhîsselam du kitêbên serbixwe nivîsandine. Ew her du berhem ji vekolînên berfireh û dirêj pêk tên. Belê ev xebat tenê li ser têkoşîna Mûsa eleyhîsselam, hetanî derketina ji Misrê disekine. Bi ziman, şêwaz û honandina xwe jî wekî romanekê ye ku hemî ji ayetên Quranê pêk tê.
Nav |
Jiyana Mûsa Ya Li Misrê |
|
ISBN |
978-605-87070-2-3 |
|
Biha |
10,00 TL |
|
Jimara Weşanê |
Dîwan – 02 |
|
Rêz |
Xebatên Quranî |
|
Rûpel |
186 |
|
Nivîskar |
Yavuz Delal |