Wezareta Karê Derve ya Emerîka di rapora xwe ya sala 2011’ê de rexne li Îraqê û Herêma Kurdistanê kiribû û dabû diyarkirin ku “Herêma Kurdistanê, astengiyan ji rojnamegeran re derdixe, wan digire, gefan li wan dixwe.” Lê, Cîgirê berpirsê têkiliyên derve yê Herêma Kurdistanê Dîndar Zêbarî da diyarkirin ku azadiya ku li Herêma Kurdistanê heyî li Rojhilata Navîn nimûne ye. Li gor Aknewsê, Zêbarî weha got “ Deriyê girtîgehên Herêma Kurrdistanê vekirîne û tu welatekî wek herêmê deriyê girtîgehan venekiriye bo çavdêrên mafên mirov. Hikûmeta herêmê plana zêdekirina girtîgehan heye bo ku girtîgeh zêde qerebalix nebin û her wiha li gorî pîvanên navdewletî mafên girtiyan bê dayîn.” Zêbarî der barê mijara azadiya rojnamegeriyê de jî weha got ” azadiya rojnamevaniya li Kurdistanê heye, li rojhilata navîn nimûne ye, ji ber ku tu tiştek nemaye ku rojnamevan behsa wê nekin û em niha hewl didin qanûn û pîvanên rojnamevaniyê digel NY hemwar bikin û baştir bikin. Asta rojnamevaniyê li herêmê asteke baş e.”
Avestakurd