Hat ragihandin, li rojhilatê Endonezya erdhejek pêk hatiye û meziniya erdhejê jî 6.2 ye. Li gorî Ajansa Jeofîzîkê û Meteorolojiya Endonezya, erdhej li eyaleta Papua Baratê, li girava Papuayê pêk hatiye. Navenda erdhejê, 72 kîlometre
başûr rojhilatê bajaroka Tambravê ye. Erdhej, di binê erdê 18 kîlometre kûriyê de qewimîye.
Di encama erdhejê de ti kes nemiriye û xesareke cidî pêk nehatiye.