Lê belê li dawiyê Ahmet Turk got ew nikare beşdar bibe, ji ber ku karekî wî li Diyarbekirê derketiye.
Berpirsiyarên programê radibin li Diyarbekirê studyoya xwe amade dikin. Ji bo ku Turk ji Diyarbekirê beşdar programa “Rû Bi Rû Siyaset” bibe, ku di televîzyona tirkî A Haber de tê pêşkêşkirin.
Dema Ahmet Tirk pê hesiya ku Kemal Burkay û parlamenterê AKP yê esil Kurd Mehmet Metiner mêvanên programê ne, nêrîna xwe guhert û got, ew beşdarî programekê nabe ku tê de Kemal Burkay û Mehmet Metiner hebin.
Dema ku Burkay ev gotin ji bêjera televîzyonê bihîst, gelekî aciz bû û got ew dizane ku sedema nehatine Ahmet Turk tiştekî din e.
Mebesta Burkay ew bû ku PKK rê nedaye ku Ahmet Turk li hember wî di programeke televîzyonê de pirsa Kurd gotûbêj bike.
AVESTAKURD