Li paytexta Bexda, li bajarên Hîle û Kerbelayê li dijî Şîîyan zincîreke teqînan pêk hat. Li gor berpirsên polîsên Bexdayê ragihandîn, di bîranîna Îmam Mûsa El Qasim de zincîreke teqînan pêk hat û herî kêm 40 kes mirin. Her dîsa di heman rojê de li Hîleyê du teqîn pêk hatin û 19 kes mirin. Li Kerbelayê jî teqîneke bombeyî pêk hat û di encam de 3’ê kes mirin. Lê, berpirsên polîsan ragihandin ku dibe hijmara kuştiyan zêdetir bibe, ji ber ku gelek birîndarên geran hene. Her weha gotin ku li gelek deverên din jî teqîn pêk hatine.
Avestakurd