Serokwezîrê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan, piştî êrîşa Oremarê ku 8 leşkera jiyana xwe ji dest dan û 16 leşker jî birîndar bûn, li Meksikayê daxuyanî dan. Erdogan li Meksikayê beşdarî lûtkeya G-20 an bû. Li wira, di derbarê êrîşa Oremarê de axifî û got, “em nebêjin bila îla 4 partî bêne cem hev, hewcehî pê tine. Muxalefeta giştî (CHP), bi partiya me re di nav pêwendiyê de ye, em talîmata bidine heyetên xwe, wana peywirdar bikin, xebatan bi lezgîn destpêkirin bidin. Ger gavên ku heta niha nehatine avêtin hene, em ev gavana bi hev re bi lez û bez biavêjin.”
Di derbarê operasyonan de jî wiha axifî, “operasyonan hêzên me yên çekdar û ewlehiyê wê kengî bikin? Tabî dema bûyerin wiha biqewimin ê bikin. Ji vir û wê de jî hêzên me ên ewlehiyê, wê opersyonên li dijî çalakiyên ku aramiya gelê me direvînin wê bikin, dikin jî, ev peywira wan e. Lê ne meraqdarê operasyonan in. Ez dixwazim vê jî bila wisa zanibin.”