Birastî ev nivîs pêşî ji bo hînbûn û perwerdebûna gelî kurd re hatiye amade kirin. Hin şaşî û nezaniya wan hatiye peytandin û bi şaşiya van ve hatiye nivîsin.
Belê gelê me bi hovane dûrê zimanê xwe hatiye hîştîn. Ji ber vê yekê hem zimanê xwe başebaş nizanin û hem jî peyvên werzişî hîç nizanin. Hêvîdar im ev nivîs bibe sedema yarmetiya hînbûna peyvên werzişî.
Belê mafdariya gelê me heye ku peyvên werzişî hîç nizanin. Mixabin hin weşanên kurdî hene bi qasî gelê me nizanin. Hem jî hîç doza wan nîn e ku pêşveçûna peyvên werzişî jî naxebitin. Bernameyên Werzişî yên TRT6 û Dünya TV jî di heman rewşê de ye. Armanc bila bernameya werziş hebe û dem û wext bihûre. Ew weşan ku ji bo armancek taybet û rîklaman hatiye honandin. Rewşa cîhan ku heta vê gavê dijberî û dijmintiya kurd têdikoşin lêbelê niha hûndirê vala bi kurdiyek lawaz ve pere kar dikin.
Ji wan çend şaşî
Şaşî Rastî
Top Gog
Topvan Gogvan
Fitbol Gogapê/Gogaling
Spor Werziş/Sport
Sporcî Werzîşe/Werzişvan/Yarîzan/Listîkvan
Fitbolcî/Fitbolist/Tapapê Gogavêj/Gogapêvan/Gogapêlîst
Golçî/Forwet Golavêj
Qele Derwaze/Dîz/Kela
Qelecî Zêrevan/Derwazevan/Golparêz/Kelaparêz
Hekem Dawer/Kizîr
Salona Spor/Stadyûm Yarîgeh/Qada Werziş
File Tor
Defans Parastin/Parêzvanî
Fitbolisa defans Gogavêjê paristvan
Hicûm Hêrîş/Êrîş
Devre Vedor/Nîva yekem
Lig Gele
Koşê Qunc/Qorner
Avêtina koşê Avêtina quncê
Beraber Digelhev/Beramber/Bi hev re
Aut Derve/Derê yarîgehê
Penaltî Avêtina têkûz/Penaltî
Penaltî noqtesî Xala penaltî
Xeberên Spor Nûçeyên Werzişî
Maç Pêşbirk/Tirad/Pêşpazî
Puan Deq/Hejmar
Antrenor Hîndekar/Mamoste
Teknik direktor Rêvebira Teknîkî
Hereket Tevger/Lebat
Antrenman/Îdman Hîndekarî
Sozleşme Peyvname
Anlaşme Peyman
Qural Rêzîk
Kombine Hemûyan
Şiqitî Şemitîn
Disiplina Alp Rêzkariya Alpê
Avêtina Gulle Avêtina Berik
Sureya maçê Maweya Pêşbirkê
Mizreq Rim
Mizreqçî Rimbazî
Siriq Rewt/rim
Siriqçî Rimbanek
Gulaş Gemş/Pelawan/bersînganê
Gulaşçî Gemşo/Pelawan
Kros Bez
Krosvan Bezok
Qeyak pateni Palk
Xwe dirêj avêtin Hilavêtina dirêj
Qeyak Liyan/Kaşe
Xwe bilind avêtin Bilindhilavêtin
Qeşepatenvan Qeşebazî
Amadekar: Metîn Kewê DILXÊRÎ
Mamosteya Werzişî