NEWROZ Û WERZIŞ(MARATON)
Agirê Newrozê û Hesta Netewe
Newroz kevneşopîyek neteweyiya kurd e û hem jî li hember neheqîyê têkoşînek hêja ye. Di mêjûy kurdan de “Agirê Newrozê” sîmbola rizgarî û azadiyê dide nîşan û hesta neteweya gelê kurd di vê cejnê de pitir xurt dibe digel vê yekê vê cejn her tim gel zindî û hîşyar dike.
Mafîr(madem) sedem û encamên vê cejnê têkoşînek hêja û girîng dide û “Agirê Newrozê” jî sîmbola rizgarî û azadî ye û hesta neteweya kurd xurt û zindî û hîşyar dike divê her dem bê jiyankirin.
Navê Projekt: Nîv Maratona Newrozê
Armanca Projekt: Werziş kirina Hemû Gelên Kurdîstanî(Her Temen) û Bilind kirina Hesta Cejna Newrozê ye.
Nêrîtandina(Practical) Projekt: Her gelên kurdistanî(jin an mêr, keç û law) û her temen(zarok, ciwan, xort, genc, temen navend û temen dirêj û pir û kal) û kêmendaman dikare tevlî “Nîv Maratona Newrozê” bibe.
Di roja newrozê de her bajêr û şar û navçe(qeza, administrative district)(ji musîlê, ji duhokê, silêmanî, ji hewlêrê û ji kerkûkê) beşdarvanê vê şampîyonayê dibin.
Xelat û Diyarîya Nîv Maratona Newrozê: Bezok û yarîyên herî bilez-dibezin her sê re medalya ku tê de wêneya “Agirê Newrozê” bibe. Û ji bo handanê(incitement, encourangement, teşwîq)gelek cure xelat û dîyarî bê dayîn.
Danezana(Notice, Advertisement) vê Pêşbazî: Olompîya Kurdistanê ji berîya newrozê di derheqa vê çalakîyê divê nivîsa fermî bişîne her daîreya kurdistanê û her qutabxane û zanîngehan. Û paşê danezan û riklama vê “Nîv Maratona Newrozê” bide çapemenî û medyayê.
Cihê Pêşbazî: Olompîya Kurdistanê heke hez bike nav cade û kolana Hewlêr an Silêmanî bibe.
Xwedî Projekt: Xwedî vê projektê “Olompîya Kurdistanê” ye
Nîşe(Not)1: Heke derfet û îmkana min hebe ez dikarî nêrîtandin û pratik û pêşkêşîya vê projektê bêm kurdistanê.
Nîşe(Not)2: Heke ev çalakî û pêşbazî were girtin û bê hezkirin, Olompîya Kurdistanê dikare “Navnetewîya vê Nîv Maratona Newrozê” çêbike.
Amadekarê ve Projektê: Metin A. (Kewê DILXÊRÎ) Mamosteya Perwerdeya Beden û Werzişî metinezim@hotmial.com
Muş-Turkîya