Serrûpel Nûçe Em piştgiriya yekîtiya hêzên Kurdên Rojava dikin

Em piştgiriya yekîtiya hêzên Kurdên Rojava dikin

Belav bike
 KCK`ê der barê avakirina pergala Heyeta Bilind de weha got “Em wekî tevger ji bo ku ev pergal bikeve meriyetê, piştgiriyê didin têkoşîna azadiyê ya gelê xwê yên vê parçeyê. Em bang li hemû gelê xwe yên Kurd li Rojavayê Kurdistanê dikin ku bila li dora yekitiyê bibin yek û xelek. Dîsa em bang li hemû aliyên demokratîk yên Suriyeyê dikin ku bila li hemberî îradeya netewî ya gelê Kurd rêzdar bin.”  KCK’ê di daxuyaniya xwe de bal kişandiye ser bernameyên partiyên Rovavayê Kurdistanê û daxwaza mafên gelê Kurd û weha got ” Di bernameya hemû partiyên Kurdan li Sûriyeyê de ne bi temamî yekgirtin û ne jî bi temamî cûdabûna bi parçeyên din re heye. Gelê Kurd li vê derê, di çarçoveya yekitiya demokratîk a Sûriyeyê de daxwaza mafên xwe yên xwazayî dike. Gelê Kurd di her şert û mercan de jiyanek wekhev û azad a bi gelên Ereb, Durzî, Asurî, Ermenî, Elewî û baweriyên din re parastiye. Nunerên siyasî yên Kurd di her wesîleyê de armanca xwe ya ji bo gihiştina biratîya gelan û Sûriyeyeke demokratî tînin ziman û balê dikişînin ev nêzîkatiyeke strastejîk e.” Her weha KCK’ê helwesta çapemeniya Tirkiyê û hin aliyên siyasî bi dijminayetî bi nav kir û weha pêdeçû “Li hemberî van hemû rastiyan, bi taybet çapemeniya Tirk û hin aliyên siyasî têkoşîna bidestxistina mafên gelê Kurd li Sûriyeyê berevajî dikin û weke hedef nîşan didin. Ev yek jî encamek a dijminatiya li hemberî gelê Kurd e. Bi armanca afirandina fikar û şîlokirina vîna gelê me li Sûriyeyê bi awayeke zanebûn hin îdîa tînin rojevê. Tu kadroyên siyasî û leşkerî yên tevgera me li Sûriyeyê tune ne. Kesên ditirsin ku gelê Kurd destkeftiyan bi dest bixin û yekitiya xwe ya neteweyî pêk bînin, xwedî feraseta hegemonyayî ya alîgirê parçebûna Sûriyeyê, pevçûnên di navbera mezheban de û şerê navxweyî ne.” KCK’ê her weha piştgiriya xwe ji bo pêvajoya rizgariya Rojavayê Kurdistanê ragihand û daxwaz ji hemû aliyankir ku rêzê ji vê pêvajoyê re bigirin.

 

Avestakurd