Duhî (29/7/2012) bi sed hezaran Kurd di bin dirûşmeya ‘Heyeta Bilind nûnerê min e’, li Qamişloyê, Efrîn, Kobanî, Dêrika Hemko, Amûdê û Helebê û deverên din daketin qadan û avakirina Heyeta Bilind ya Kurdên Rojava pîroz kirin. Hêjayî gotinê ye, berî demekê Heyeta Bilind ku dê li hundir û derve nûnertiya Kurdên Rojava bike di navbera MGRK û ENKS’ê de hatibû avakirin û ji her alî 5 kes (10 kes) di heyetê de cîh digirin.
Avestakurd