Serrûpel Nûçe Yekrêzî û yek helwesta mala Kurdî

Yekrêzî û yek helwesta mala Kurdî

Belav bike

 Di civînê de ji bilî Tevgera Goran, aliyên muxalif jî amade bûbûn. Di civînê de bi hûr û kûrî li ser rewşa siyasî ya Îraqê, Kurdistanê, Rojavayê Kurdistanê, daxwaza derbasbûna hêzên Îraqê bo deverên Kurdî hate sekinandin. Di civînê de tekez li ser yekrêzî û hewesta mala Kurdî di warê yekbûna gelê Kurd de hat kirin. Li gor MSHK’ê, ev biryar di civînê de hatin wergirtin:

1- Tekez kirina li ser yekrêzî û yek helwestiya mala Kurd û  amadehiya dakokîkirina li destkeftên gelê Kurdistanê.
2- Kêşeyên siyasiyan bi hêz yan bi êrîşê nayên çareser kirin, belku li rêya bi cîhkirina destûr û peymanan û bi girtinaber rêya diyalogê.
3- Dûpatkirina li ser birayetiya di navbera Kurd û Ereb û pêkhatên din weku bingeheke serekî ji bo hukimraniya Iraqê.
4- Beşdarên civînê xwazyarin aliyê Iraqiyan û raya giştiya Iraqê rola xwe ya dîrokî li parastina demokrasî û damezrandinan û karê bi komel li birêvebirina desthilatê da bibînin

 

Avestakurd