Serrûpel Nûçe Gerîlayên HPG’ê nêzîkî navenda Şemzînan dibin

Gerîlayên HPG’ê nêzîkî navenda Şemzînan dibin

Belav bike

 Şerê di navbera gerîla û artêşa Tirkiyê de her ku diçe berfireh dibe. Artêşa Tirkiyê tenê çareyê di bombebaranê de dibîne. Ji aliyekî din ve gerîla li dora 30 km dirêj û herêm xistiye bin kontrola xwe. Gerîla jî bi şerê xwe girên stratêjîk yên devera Şemzînan yek bi yek têxe destê xwe. Yek ji van giran girê GIRÊ KONSERVE ye (Gedîktepe). Li dema ku Îlker Başbug serfermandarê giştî yê Artêşa Tirk bû, wî û Serokwezîrê Tirkiyê Erdogan wêne li ser vî girî kişandbûn. Niha ev gir û gelek girên din ketiye destê gerîla. Li gor çavkaniyên deverê, artêşa Tirkiyê bi hezaran leşker û teknolojiya herî pêşketî li dijî gerîla şer dike, lê berûvajî derbeyên giran dixwe û gerîla herêma xwe berfireh dike. Xelkê deverê dibêjin ku êdî dengê bombe û guleyan nêzîk bûye tu dibe qey şer li navenda Şemzînan bi xwe ye.

 

Avestakurd