AVESTA KURD – Duh (31-7-2012) li paytexta welatê Misrê li bajarê Qahîrê Encûmena Sekreteriya Şoreşî ya Ereb ya Bilind hate damezirandin.
Siyasetmedar Heysem Elmalih bi navê Encûmenê EŞSEB ragihand ku wê ew ji bo avakirina hikûmeteke hemdemîn ji bo Sûriyê kar bike.
Serokê Encûmena Niştimanî ya Sûriyê Ebdilbast Seyda jî ji aliyê xwe de di televîzyona Alarabiya de nerazîbûna ENS bi wê yekê da xuyakirin û gotibû ku ew gaveke lezoke û divê hemî aliyên oposîzyona Sûriyê di wê biryarê de xwedî rol bin.
I.K