Işik di makhemeya eskerî de bi kurdî peyivî û got ew ê ji ordîya tirk re eskerîyê neke û ew reda eskerîyê ya ûjdanî dike.
Jiber Işik bi kurdî peyivî, mahkemê gotina wî birî û gotinên wî weka zimanek jê nayê fêmkirin xiste zabtanemya mahkemê.
Li ser vê helwesta mahkemê Işik careka din axivî û got; Ew jî mahkemeya ku zimanê wî nas nake, nas nake.
Mahkeme bo 10ê Îlonê hate bipaşdexistin.
Hejayî gotinê ye ku nivîskar Işik jiber eskerî nekirî û naxwaze bike ev sê mehe li bajarê Edîrneyê di girtîgeha Eşref Paşayê girtî ye.
Şefîq Pêşeng