Wekî ku tête zanîn berhemên ku li Bakurê Kurdistanê diweşin bi van her du zaravayan derdikevin. Herçiqas xebatên bi zaravayê Kurmancî li gorî Zazakî zêdetir be jî, xebatên Zazakî jî ne kêm in. Ev rewş roj bi roj pêşdetir diçe.
Berhema bi navê Mewlîdê Peximbêr –Qey Tutunê Zazon-, ji hêla Bîlal-Feqî Çolîg, li ser jiyana Pêxember ji bo zarokan hatiye nivîsandin. Ev xebata bi tîpên Erebî û Latînî ji Weşanxaneya Dîwanê derketiye. Nivîskarê berhemê Bîlal-Feqî Çolîg armanca xwe ya nivîsandina vê berhemê wiha tîne ziman:
“Ev mewlid bi zimanekî sade û zelal hatiye nivîsandin da ku zarokên Zazayan bi rehetî fêm bikin û jiber bikin. Herwiha jiyana Pêxemberê me bi kurtasî hatiye dayin. Bi vê yekê dê hem jiyana Pêxember hîn bibin û hem jî dê zimanê xwe pêşde bibin.
Wekî tê zanîn mewlid adeteke Misilmanan e û li ser pesnê Pêxember tê nivîsandin. Lê belê em ji xurafe û bîdetan dûr sekinî ne û em tenê bi pesindayinê mane. Lewra Pêxemberê me dibêje: ‘Kî bi zanebûn bîd’etê li li ser min derxîne, bila ciyê xwe yê di agir de hazir bike’. Armanca me bi xwe, tenê ew e ku em jiyan û têkoşîna Pêxember ji xurafe û bîd’etan dûr binivîsin û ji bo zaravayê Zazakî jî xizmetekê bikin.”
Dîwan Kitêb
Zeyrek Mah. İtfaiye Cad.
No: 17/3 Fatih İstanbul
Tel: 0212 5344830
diwankitab@gmail.com