Serrûpel Nûçe Gunay BDP hişyar kir

Gunay BDP hişyar kir

Belav bike
 Gunay, duhî êvarê li dema mêhvandariya fitarê de der barê hevdîtina parlementerên BDP’ê û gerîla de ji çapemeniyê re bi şêwazek gefxwarin li dijî BDP’ê axivî. Gunay got “Bila her kes hişê xwe bîne serê xwe. Her kes heta astekê xweragirtina xwe heye, em vê asta hev xerab nekin. Em tu cudahiyê nakin navbera tu kesan. Em hewl didin ku em di nava wekhevî, birayetî û hevkariyê de bijîn.” Her weha Gunay got “Nêzîkbûnên ku weke vî gelî tu êş nekişandibe, hevdîtineke pesindarî ligel yên ku bûyîn egera êşa vî gelî me birîndar dike. Bi taybetî ji parlemeneran re dibêjim, ji çi partiyê dibe bila bibe, bila hişiyarî xwe bin.”

Avestakurd