Li dema Karwanê tirimbêlên leşkerî yên artêşa Tirk ber bi Colemêrgê ve diçin, di rê de teqînek diqewime. Hat zanîn, ji encama xurtbûna teqînê tirimbilêke zirxî diqulipe çem. Piştî teqînê gelek tirimbilên hawarhatinê bo cihê bûyerê têne veguhestin. Ji aliyekî din ve, li gor çavkaniyên Geverê, gerîla li herêma Oremar ya navçeya Geverê ya bi ser bajarê Colemêrgê ve li dijî leşkerên derketîn operasyonê çalakiyekê pêk tînin û di encam de çawişek pispor tê kuştin û 2 leşker jî birîndar dibin. Her weha hat zanîn ku li devera Besta pevçûn di navbera gerîlayên HPG’ê û leşkerên Tirk de rû dane û heta niha berdewam dikin. Hêjayî gotinê ye, PKK’ê ragihandibû ku ‘ger bê çare nebin dê di rojên cejnê de çalakiyan li dar nexin.’
Avestakurd