Serrûpel Nûçe ” 25 hezar kes li Sûriyê hatine kuştin”

” 25 hezar kes li Sûriyê hatine kuştin”

Belav bike

 Rêxistina Mafê Mirovan ya Sûriyê ragihand ku ji dema xwepêşanên li dijî Esed destpêkirîn ve, 25 hezar kes hatine kuştin û ji wan 16 hezar sivîl in. Malpera CNN’a Erebî jî diyarkir ku navê zêdeyî 16 hezar kesên sivîl yên hatîn kuştin û egera kuştina wan li cem wê hene. Lê, Çalakvanên Sûriyê dibêjin ku hejmara kesên sivîl yên bi destê hêzên rejîma Sûriyê hatîn kuştin 27 hezar kes in.

 

Avestakurd