Serrûpel Nûçe Bozdag Serokê BDP’ê kire hedef!

Bozdag Serokê BDP’ê kire hedef!

Belav bike

 Bozdag piştî axivitina xwe ya li Navneda Çanda Elî Emîrî ya li Fatîh, bersiva pirsên rojnamegeran da. Bozdag der barê pirsên li ser axivitina Demîrtaş ku gotibû ‘300-400 km di bin kontrola gerîlayan de ye’ de got “Ev ji îdîakirinê zêdetir derew e. Dibe ku ev xewneke Demîrtaş e ya ku Rêxistina PKK’ê dixwze pêk bîne, lê derewe. Di vê wateyê de ev propaganda rêxistina terorê dike. Dewleta Komara Tirkiyê, Hikûmeta xwe, hêzên xwe li her bosteke Tirkiyê serdeste.” Her weha Bozdag weke ku Demîrtaş û BDP’ê bike hedef weha berdewamkir “Ji ber ku ew bi xwe jî dizane, wan çend xeyal avakirin…Di her carekê de xeyalên wan bûn kabûs. Tu caran negengaze rewşeke weha bê avakirin. Ji ber vê yekê propaganda rêxistina terorê a PKK’ê dikin.”

 

Avestakurd