Rehmetî Hisênê Heso di sala 1932an de li gundë Hêştrekê girêdayî bajarê Midyadê hatibû dinê. Hisênê Heso, yek ji endamên yekem ê Partiya Demokrat a Kurdistana Tirkiye (PDK- T) bû. Heta roja wefata xwe jî di nav rëzên Partiya de cîh girt. Xwedê jê razî Hisênê Heso di xebata PDK-T de gelek berpisiyarî bicîh anin û di piştgiriya şoreşa Gulan a Başûrë Kurdistanê de xizmetên mezin dan. Ew her dem li ser doza Barzaniyê Nemir ma û di herêmên cuda cuda yên Kurdistanê de, di xebata PDK-T rolek girîng lîst.
Cîhê gotinêye ku rehmetî Hisênê Heso, mamê rojnamevan Cemal Batun û mamoste Ibrahim Batun e.
Di roja wefata wî û vekirina şîniyê de, delegasyonek biqasî 30 kesan ji Başûrê Kurdistanê li ser navê Serok Mesud Barzanî, nûnerê PDK a Iraqê li Enqere, hevalên xebatê yên rehmetî Hisênê Heso ji PDK-Bakur, Serokê şaredariya bajarê Midyadê, welatparêz ji herêmê amade bûn. Şîniya rehmetî Hisênê Heso dom dike.
Têkilî:
Mamoste Ibrahim Batun: 0090 541 2970899
Cemal Batun: 0046 70 7721268
e-post: cbatun@yahoo.se