Li gor brayê Serokê PKK’ê Mihemed Ocalan ji rojnameya Hurriyet ya Tirkiyê re axivî. Serokê PKK’ê Abdulah Ocalan gotiye “Ev pirs gelekî girane. Ger dewlet jidil be, ev pirs têne çareserkirin. Ango, dewlet bixwaze dikare vê pirsê çareser bike, ka bi kî re pevçûye divê bi wî re aştiyê pêk bîne. Dibe ku hindek niyeta xwe pak bin lê pirsê çareser nake, ezê çareser kim.” Her weha li gor jêderê Serokê PKK’ê gotiye “Ger li ortê sûcek hebe ne yekalî ye” Û diyarkiriye ku “Berî her tiştî divê em rastbîn bin. Divê Qendîl rastbîn be.” Serokê PKK’ê Abdulah Ocalan der barê îknakirina PKK’ê û çekdayîna wê de gotiye “Ez dikarim PKK’ê îkna bikim. Ger dewlet jidil be, ezê her tiştî bikim heta çekdayîna PKK’ê jî. Di serê min de proje amadene. Divê pêvajo nayê xerabkirin. Ger tiştin bibin, dê hebin di nava dewletê de û di nava PKK’ê de pêvajoyê vale derxin. Divê ji vê yekê re destûr neyê danîn.” Her weha Mihemed Ocalan ji rojnameyê re diyar kiriye ku rewşa tendirustiya birayê wî ji berê baştir xuya dikir û rî û por berdaye.
Avestakurd