Serrûpel Nûçe Yekîtiya Ewrûpa hêjayî xelata Nobelê hat dîtin

Yekîtiya Ewrûpa hêjayî xelata Nobelê hat dîtin

Belav bike
 Îsal (2012) ji bo xelata Nobelê 231 kes weke berendam hatibûn nîşandan. Lê, Yekîtiya Ewrûpa hêjayî Xelata Aştiyê ya Nobelê hat dîtin. Sedema dayîna xelatê bo Yekîtiya Ewrûpayê jî ew bû ku ‘piştî şerê 2’yemîn yê cîhanê Projeya Aştiyê ya herî serkeftî ye.’ Der barê vê mijarê de Serokê Komîteyê Thorbjoern Jagland got “Yekîya Ewrûpa zêdeyî 60 sale ji bo mafê mirovan, demokrasî, lihevkirin û aştiyê xizmetê dike.” Her weha Serokê Parlementoya Ewrûpayê Martîn Schulz jî, ji bo wergirtina xelata Nobelê got ku ew gelekî keyfxweşin.

 

 

Avestakurd