Hat zanîn, serdana 2’yemîn Serfermandarê Giştî yê Emerîka James Winnefeld bo Tirkiyê ji bo têkoşîna li dijî PKK’ê û hevkariya îstîxbaratiye. James Winnefeld li Eneqereyê dê bi berpirsên leşkerî yên Tirkiyê re hevdîtinan bike û dê mijarên sereke yên van hevdîtinan PKK’ê û hevkariya îstîxbaratî be. Hêjayî gotinê ye, berî demekê Balyozê Emerîka Ricciardone daxuyaniyek dabû ku dê li rojên nêzîk de li ser asta bilind hevdîtin di navbera Tirkiyê û Emerîka de çêbibin.
Avestakurd