Serrûpel Nûçe Tan: 2 sal man, an wekhevî an veqetandin (Vîdyo)

Tan: 2 sal man, an wekhevî an veqetandin (Vîdyo)

Belav bike

Parlementerê Amedê yê BDPê Altan Tan, daxuyaniya Serokwezîrê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan a derbarê Êzîdiyan û Zerduştiyê de rexne kir û got, “Erdogan di halekî wisa de ye ku, ew nizane ku çi dibêje.” Erdogan, li Xerpûtê gotibû ku, “cîhê van terorîstan diyar e. Vana Zerduşt in. Vana qala Yezîdîtiyê dikin. Ayînên bi vî awayî dikin.”
Tan, bersiveke tund da Erdogan, “…ev nizane ku hemû welêt parçe dike, dînamîtan dike hîmê biratiyê û ev ferq nake ku her diçe xemsariya di nav gelan de zêde dike. Ez ji vir banga wî dikim, 2 salên Tirkiyê man. Di nav 2 salan de, li Rojhilata Navîn gellek tevger wê ber bi rêyekê ve biçin, wê têkevine şeklekî. Pirsgirêka Kurd jî, li Tirkiyê an bi wekheviya Kurd û Tirkan, bi biratî, azadî û wekheviyê wê bê çareserkirin, an jî veqetandin wê pêk bê.”