li demjmêr 3’yê êvarê li kampa penaberên Kurdên Rojava a li Domîz-Duhok konsêrtek pêşkêşî kir.
Biserkêşî û piştgiriya Korek Telecom û di bin navê ‘ji bo alîkariya Kurdên Rojava emê dest bidin hev’, piştî konsêrta li bajarê Hewlêrê ji aliyê Ciwan Haco ve hatî pêşkêşkirin, îro hunermend Ciwan Haco konsêrta xwe ya duyemîn li kampa penaberên Rojava pêşkêşkir. Piştî xwendina peyva parêzgerê Duhokê, peyva rêveberiya penaberan û peyva xwediyê Korek Telecom’ê, hunermendê navdar Ciwan Haco derkete ser dikê. Ciwan Haco bi stranên xwe yên nû û Kevin coşeke mezin û moralek bilind da penaberan. Piştî bidawîhatina konsêrtê, bi pereyên (300 hezar dolar) ku ji konsêrta Hewlêrê hatîn komkirin û bi wan diyarî (betanî, madeyên xwarinê) hatibûn kirîn li penaberan hatin belavkirin.
Avestakurd