BILA KESEK ROJEKÊ NEBÊJE KU NEHAT GOTIN. CAREKE DIN LI SER GOTINÊN BERÊ ZÊDE BIKIM: GER KESEK, KOMEK, RÊXISTINEK, DEWLETEK DIXWAZE KURDÊN SÛRIYEYÊ JI TADEYAN Û CENOSÎDÊ BIPARÊZE HEZAR CARAN SPAS, LÊ BILA WÊ SEDEMÊ BI KAR NEHÎNIN Û HERÊMÊN BIN-XETÊ NEKIN DOJEH (cehennem).
Herêmên kurdî yên li Sûriyeyê mekin Afganistaneke din, bakurîze mekin, somalîze mekin, bila nebe Bozniyayeke din… Bes e! Bes e! Bes e! Bêtarên ku neyarên mirovahiyê bi ser Kurdan de barandine dihên fêhmkirin, heta dihên jibîrkirin, lê bêtarên Kurd bi xwe bi ser milletê xwe de dibarînin ê nehên bexshandin! Rojekê xelk ê hishyar bibe, ger sedsalekê biajo jî. Bes e! Bes e! Bes e!