Serrûpel Nûçe Her roj 10 mîlyar dolar zirar pêk tê

Her roj 10 mîlyar dolar zirar pêk tê

Belav bike

Bagera Sandy gihaşte New Yorka Amerîkayê. Tê texmîn kirin ku, bagera Sandy, 60 mîlyon mirovî têxîne nav bandora xwe. Bager, aboriya Amerîkayê jî tehdît dike. Her roj 10 mîlyar dolar, zirarê dide aboriya Amerîkayê. Di serî de rêyên ezmanî, gellek sektor, ji bagera Sandy zirarê dibînin. Texmîn ev e ku, zirara Sandy a li ser aboriya Amerîkayê 100 mîlyar dolarî derbas bike. Heta niha 14 hezar seferên rêyên ezmanî hatine betal kirin. Dîsa ji ber bagera Sandy, borsaya Amerîkayê jî 2 roja girtî ma. Heta niha 45 kesa bi sedema bagera Sandy li Amerîkayê can dane.