Resûl di banga xwe de hişiyarî da dewleta Tirkiyê û got “Pirsa Kurd tu carî tundî û piştguhxistinê nayê çareserkirin. Qet berxwedana kurdan bi terornasandin û çewisandinê namire. Divê li Bakur, Başur, Rojhilat û Rojavayê Kurdistanê guhdariya daxwazên kurdan bikin û wekî neteweyekî sereke ligel tevbigerin.” Her weha Resûl di berdewamiya axivitina xwe de ku hişiyariyê dide got ” Bi kuştin, lêdan, dardakirin û girtinê serhildan dê mezintir û berfirehtir bibin. Ciwanên Kurd jî bi awayeke germtir dê tevlî serhildanan bibin.”
Avestakurd