Serrûpel Nûçe Îranê Tirkiye tehdîd kir

Îranê Tirkiye tehdîd kir

Belav bike

Li ser sînorê Suriyê bicîhkirina fuzeyên Patriot, helwesta Îranê tundtir kir. Piştî berteka Wezîrê Karên Derve yê Îranê Elî Ekber Salihî, şêwirmendê leşkerî yê Ayetullah Elî Hamaney Tuxgeneral Yadullah Cawanî jî daxuyaniyeke tund da. Cawanî diyar dike ku, li ser sînorê Suriyê bicîhkirina fuzeyên Patriot, ji bo Tirkiyê xeletiyeke stratejîk e. Cawanî wiha gotiye, “Bila Enqere vê baş zanibe ku, eger Patriot ji bo midaxelekirina Suriyê amadekarî ye, Enqere wê ji berê zêdetir berdêlan bide û zirarên mezin bibîne.” 
Cawanî di berdewamiya daxuyaniya xwe de dibêje ku, Tirkiye hate lêyîstoka welatên Rojava yên Sîyonîst û bi piştgirîya komên wêranker her ku çû Tirkiyê, agirê ku li Suriyê vêketibû geştir kir.

AVESTA KURD