Serrûpel Dosya Îro salvegera mirina Baksî ye

Îro salvegera mirina Baksî ye

Belav bike

Mehmûd Baksî: Nexşa Jiyana Kurdewarî *

 

SALIHÊ KEVIRBIRÎ

 

Nizanim çiqas heqê min e ku li ser ‘Hosteyê Edebiyata Kurmancî’, li ser ‘Dildarê Welatê Bab û Bapîran’ gotina pêşgotinê binivîsim? Ezê çawa ji bin vî barî derkevim nizanim, lê xwesteka nivîsandina ‘Weşanxaneya Lîsê’ bo pêşgotina kitêbên Gorbihuşt Mehmûd Baksî, rûmeteke bêhempa li min da peydakirin.

 

Helbet min li ser wî gelek caran, di gelek kovar û rojnameyan de; li ser şaşeyên Televizyonê û mîcrofonên radyoyê nivîsandiye û axivî me. Piraniya bîr û boçûnên min ên li ser wî, bîr û boçûnên hestîyarî bûn. Helbet min baş hay ji wêjeya wî ya dewlemend hebû. Lê bi rabûn, rûniştin, têkilîsazî, dilsozî û cihêrengiya xwe bandoreke mezin li ser min hiştibû…

 

***

 

Di jiyana xwe ya 25 salan de yekem car ezê derketama derveyî welêt. Destpêka sala 2000’î bû. Sedema derketina min -ku dê yekem car li balafirê siwar bibûma- serdana nivîskar-rojnameger Mehmûd Baksî bû ku 30 sal bûn ji welatê xwe dûr hatibû hiştin. Çend sal berê min di xewna xwe de jî bidîta, minê qet bawer nekira. Lê niha ez rêwiyê ber bi ‘Lawikê Xerzî’ bûm. Yekem car min zimanê kurdî-kurmancî bi kitêba wî ya bi navê ‘Gundikê Dono’ nas kiribû. Destpêka sala 1991’an bû bawer im. Min li Edeneyê, li pola dawî ya lîseyê dixwend û li ofîsa Parêzerê Kurd Kazim Dere min ew pirtûk peyda kiribû. Bi rojan ji destê min neket kitêba navborî. Bi kurdiyeke ku mirov jê têr nedibû, hatibû nivîsandin. Piştî xwendina wê kitêbê, min soz dabû ku kurdiya xwe pêşdetir bibim. Niha dê bibûma mêvanê nivîskarê kitêba Gundikê Dono. Serpêhatiyên Hacî Zorav, Filîto, Hesenê Meysê û Zibeyrê Ehmê hê jî li bîra min in!..

 

Min romanên wî, nivîsên wî, şîroveyên wî yên televizyonê wekî ‘kêş’ek dadiqurtand! Ji ber ku minê ‘Nefesa Kela Siphiyê’, li gorî baweriya xwe wî ‘efsane’yî ji nêz ve bidîta, tabata min nedibû.

 

Di balafira ‘Lufthansa’yê ku li Stenbolê siwar bûm de; tevî van hestan, li ‘Romana Mala Eliyê Ûnis’ -ku emê li Stockholmê bi hev re amade bikin- fikirîm. ‘Gelo ezê bi ser bikevim?’, her pirsa di serê min de bû…

 

Piştî sekna du saetan li Balafirgeha Frankfurtê, bi Balafira SAS-ê me berê xwe da Stokholma paytext. Du saet paşê, balafir li Balafirgeha Arlandayê ku li derveyî Stockholmê ye danî. Ji Balafirgehê tevî Ahmet Baksî û Bedrî Baksî em ber bi Mala Mehmûd Baksî birê ketin… Û va ye, piştî nîv saetê din, bi rûkeniya xwe û bi ‘bixêrhatina’a ji dil em li dîwana Mehmûd Baksî ne…

 

Mala wî li taxa ‘Skanstull’ê, li ser kolana ‘Gotgatan’ê bû. Her dema rojê, ji mêvanan xalî bû. Di mala xwe ya ku ji mêvanên kurd, tirk, swêdiyan vala nedibû, civateke kurdewar saz kiribû. Bi civata xwe ya xweş û kesayetiya nuktedan, mêvan dicoşandin. Bi rastî jî di odeya ku bi destê xwe raxistibû de, mirov xwe di dîwaneke dengbêjên Xerzan de dihesiband. Piraniya civatan bi kurdî bû. Carinan ji dengê Şakiro, carinan jî ji dengê Salihê Qubînî kilam dihatin guhdarîkirin. Bêhna xwarinên kurdî ku jê re dihatin çêkirin û şandin, li çermedorê malê belav dibû. Li ser maseya li ber wî, bi dehan kitêb, kovar û nivîsarên rojnameyan ku hatine jêkirin, balê dikişand ser xwe. Tevahiya wan li ser rewşa siyasî, çandî, ekonomîk a kurdan û tirkan bû. Ligel ku bi salan nexweş bû û her diçû nexweşiya wî lê sor dibû jî, bi qasî ‘misqalê zêr’ nîşanî derdora xwe nedida. Wekî ‘xortekî 14 salî’ ji aliyekî ve ji çend rojnameyan re gotar-nivîsaran dinivîsand, ji aliyekî din ve jî bi heyecaneke mezin hewl dida kitêbên xwe yên nîvco bibe serî û temam bike.

***

Di nav civaka kurdan de mirovekî cihêreng e Mehmûd Baksî. Bi taybetî di nava entellektuelên kurdan de, yek ji kesên ku herî zêde dibû hingava êrîşan bû. Bi qasî hezkiriyên wî hebûn, kesên jê nefretê dikirin jî hebûn. Yarmet û alîkarê bi sedan rewşenbîr-nivîskarên ku hatibûn Swêdê, bû. Bi karê gelekan re rabû, kir ku di warê burokrasiya Îskandinavyayê de neperçiqin û rojek berî rojekê, jiyana wan tekûz bibe. Mixabin ku gelek caran wan kesan jî êrîş bir ser wî.

 

Di demên wî yên dawî de, di rojên ku êdî gelek nexweş bû de, li ba wî bûm. Destpêka zivistanê û destpêka havînê de du caran ‘Xalo Baksî’ ez mêvan kirim. Nexweşiya wî giran bû. ‘felat’a wî tunebû. Lê ‘pênç pere’ bi qûna nexweşiyê nedida!.. Lewre ji jiyanê gelek hez dikir, mirin nedianî bîra xwe. Sedema ku ji jiyanê hez dikir, nivîsandina wî bixwe bû. Bi gav û saet dinivîsand. Dema nivîsarekî wî di derekê de dihate weşandin, radihişt telefonê û derdora xwe agahdar dikir, digot; ‘bixwînin’. Paşê jî ji wan şîroveyan dixwest.

 

***

 

Li gorî baweriya min, di nav kurmancîaxêv-kurmancînivîsaran de yek ji nivîskarên sereke bû. Xwediyê zarbêjiyeke ku mirov jê têr nedibû. Piraniya kilamên dengêjiyê yên sereke dizaniya û bi dengê xwe yê xweş distra. Vê yekê mirov bi awayeke eşkere di berhemên wî de dibîne.

 

Her dem behsa rola medreseyan di wêjeya kurdî de dikir û payeyeke mezin dida vê kevneşopiyê: ‘Em gelê kurd ji çavkaniyeke gelek xurt tên û ji kaniyeke gelek bi çoş av vedixwin.gava em li rabirduya xwe dinêrin, em dibînin ku pişta me gelekî xurt e. Feqiyê Teyran, Ehmedê Xanî û Melayê Cizîrî heye ku ji bo berdewama kar û xebatên wan bangî me dikin. Melayê Batê heye ku 400 sal berê ‘Mewlûda Kurmancî’ nivîsiye ku hê jî di nav kurdan de tê xwendin.tevahiya van navên pîroz, nirxên me yên edebî temsîl dikin. Çavkaniyên me ew in, em ji wan feyzê werdigirin. Me ji wan kesan mîrateke wisa wergirt ku heger ji sedî yek jî bê bikaranîn, wê berhemên bêhempa derkevin holê.

 

Ne tenê wêjeya kurdî, her wisa ji wêjeya tirkî jî bi dehan kes hene ku ji van çavkanî û mîrateyan sûdê werdigirin…’ (Beşek ji gotûbêja ku min di Tîrmeha 2000’î li Stockholmê pê re kiribû)

 

Mehmûd Baksî, di jiyana xwe ya 56 salan de 23 kitêb diyarî me kirin. Kitêbên wî li 10 ziman-zaravayan hatin wergerandin. Di nava van berheman de mirov dibîne ku Baksî, kedeke mezin daye zarokên kurd û perwerdahiya wan. Hê di sala 1978’an de, kitêba wî ya bi navê ‘Zarokên İhsan’, bi zimanê kurdî û bi piştgiriya Wezareta Çandê li Swêdê hate çapkirin. Paşê kitêb, li dibistanên Swêdê di nava şagirtên kurd de hate xwendin. Li gorî bilêvkirina Baksî, ev yekem kitêba kurdên bakur bû ku ji bo zarokan bi zimanê kurdî û alfabeya latînî hatibû nivîsandin. Salek paşê ji hêla heman wezaretê û dîsa bi zimanê kurdî ‘Keça Kurd Zozan’ hate weşandin. Paşê bi zimanê swêdî hate çapkirin, bi awayê xêzefilm di televizyona swêdî de, wekî sê beş hate weşandin. Ev yekemîn xêzefîlma kurdî ye di dîroka weşangeriya kurdî de. Di sala 1986’an de, bi zaravayên soranî-kurmancî, di televizyona swêdî de derket pêşberî zarokên kurd.

 

Serdanên min ji bo wî -ku du car bi qasî mehek û nîv dom kir-, ji bo nivîsandina kitêba wî ya dawîn ‘Romana Mala Eliyê Ûnis’ bû. Heyecaneke mezin xwe lê pêça bû. Diyar dikir ku dê-bavê wî jê re gotine heta ew serpêhatiya ‘Şerê Sasonê û Serhildana Mala Eliyê Ûnis’ nenivîse, ew tu caran wî ‘helal’ nakin. Şev û roj me kar dikir. Dema ku kitêb temam bû, rahiştibû destê xwe û ji min re wiha gotibû: ‘Êdî bimirim jî çavên min vekirî namîne!’.. Belê kitêb temam bibû, lê bi awayeke çapkirî nedît mixabin. Piştî vegera Stenbolê bi çend mehan Baksî xatirê xwe ji me xwest. Kitêb piştî mirina wî bi kurtedemekê ji nav ‘Weşanên Welat’ ronahiyê dît…

 

‘Mirin dayîka te bimire’ gotina wî bû…

Li ser mirina Yilmaz Guney gotibû. Ev gotin çiqas lê hatibû.

Rojek hat, min li ser wî pirsî bû hunermendê qerase Şivan Perwer li ser hevalê xwe yê qedîm wisa gotibû: ‘Mehmûd Baksî, Nexşa jiyanê… Pir baş bû, pir xerab bû! Pir modern bû, pir klasîk bû… Her tiştê wî ketibû nav hev… Lê bi her awayî delal bû… Mirovekî wekî wî êdî tuneye, mixabin nabînim… Terka min kir û çû..! Disa min ji Şivan Perwer, pirsa ‘Stockholm’ê kiribû ka ji bo wî çi îfade dike. Ev bersiv jî bi Baksî ve girêdahî bû: ‘Cihê ku min piraniya jiyana xwe lê derbas kir. Bajarê ku min piraniya xebatên xwe lê kirin. Û bajarê sar ê ku hevalê min ê herî nêzîk Mehmûd Baksî tîne bîra min!..’

 

Rast e terka me kir lê terkeseriyeke fizîkî…

Bi ‘Gundikê Dono’, bi ‘Hêlîn’, bi ‘Lawikê Xerzî’ her bi me re ye û her di dilê me de ye…

 

* Pêşgotina çapa nû ya kitêba Mehmûd Baksî ya bi navê ‘Hêlîn’ ku li Diyarbekirê ji hêla ‘Weşanên Lîs’ê ve hatiye weşandin (S.K)

salihkevirbiri@hotmail.com