Li Amedê zarokêkî ku di pola 5. a dibistana serete de dixwend xwe kuşt. Zarokê bi navê Erhan Sugurlu yê 10 salî, ji ber tirsa serneketina dersan xwe dardakir.
Dayika Erhan Sugurlu, nîvê şevê radibe ku li kûrê xwe binêre. Dema dikeve oda kûrê xwe rasta cesedê wî yê dardakirî tê. Li ser hawar û qîrîna malbatê, cîran li mala wan kom dibin û dûra jî polîs têne cîhê bûyerê. Bav û dayîka Erhanê ku xwe kuşt, birine qereqolê û îfada wan standine.
Di îfadeya xwe de dayikê diyar kiriye ku, rojekê berê Erhan ji wê pirsîye, “dayê ku di qarneya min de dersên min ne serkeftî bin hûn ê ji min biqeherin?” Wê jî gotiye ku, “belê, em ê biqeherin.”
Di otopsiya Erhan de eşkere bû ku zarokê 10 salî xwe dardakiriye.