Serrûpel 2013 Çile

Arşîva mehane: Çile 2013

Rejîma Suriyê li Eşrefiyê 14 Kurd kuştin

AvestaKurd - Li bajarê Helebê, li taxa ku Kurd lê dijîn li Eşrefiyê, ji ber top avêtina rejîma Suriyê, herî kêm 14 Kurdan jiyana xwe ji dest dane û bi dehan Kurdên sivîl jî brîndar bûne.

Serokê Enstîtuya Kurdî li Parîsê dinivisîne

Civata kurd bi kuștina sê milîtanên kurd li Parîsê, di 9ê çiriya pașîn de hejiya û serûbin bû. Yek ji wan Sakîne Cansiz, sîmayeke naskirî ya Partiya karkirên Kurdistanê (PPK) ye, ku di avakirina wê de li gel Ocalan beșdar bûbû. Di 1979ê dê hate girtin û duwazde salan zindanên xirab ên tirkiyê de ma. Celadên wê barbariya xwe gîhandin heta jêkirina sîngên wê.

“Omer Guney ji beşa me bû“

AvestaKurd - Endamê MÎTê (Teşkîlata Îstixbarata Tirkiyê) Murad Şahîn, gotiye ku, "li Enqerê beşa ku ez jî têde me, berpirsyara wê beşa MÎTê, jina bina navê kod "Teyze", rojekê sûretê Omer Guney nîşana min da û got 'ev endamê me yê Parîsê ye."

Li Qamişlo keçeke 22 salî hate revandin

AVESTA KURD - Li bajarê Qamişlo komeke ne diyar keçeke ciwan a Kurd bi navê Heyfa Xelîl ev 8 roj in revandine.

KCK: Çapemeniya Tirk derewan dike

AvestaKurd - Serokatiya Konseya Rêvebir a KCKê daxuyaniyek da û nûçeyên ku di çapemeniyê de berfireh cih digrin, "gerîlayên HPGê ji Kurdistana Bakur vedikişin", derewand. KCKê diyar kir ku, ev nûçeyana parçekî şerê derûnî ye û wek asperagas bilêv kir.

Îro 26. salvegera wefata Idrîs Barzanî ye

AVESTA KURD - Îro 26.mîn salvegera wefata Idrîs Barzanî ye. Idrîs Barzanê têkoşerekî gelê Kurd e, ew kurê Mistefa Barzanî ye û bavê serokwezîrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ye.

“Barzanî pismamê mine îtîraza te heye?!“

AvestaKurd - Li meclîsa Tirkiyê, parlementerekî CHPê ziman drêja Serok Barzanî kir û li ser vê, Parlementerê BDPê yê Amedê Altan Tan derkete ser kûrsiyê û got, "Belê, Barzanî parastin para min ket, kûrmamê min e, ji vê re îtiraza te heye?"

Balafirên Îsraîl Şam bombe kirin

AvestaKurd - Li gorî daxuyaniya Sererkaniya Suriyê, balafirên şer yên Îsraîl, li Şamê navendeke zanistî a lêkolînê bombe kiriye. Di encama êrîşê de 2 kesan jiyana xwe ji dest dane û 5 kes jî brîndar bûne.

Daxuyaniya sêyem a Wezareta darayî û aborî

Wezareta darayî û aborî di daxyaniyeke nû de besiva odeya lêkolînên aborî a Tevgera Goranê dide û dibêje ku, odeya lêkolînên aborî a ser bi Tevgera Goranê ve di yek ji raportên xwe de behsa budceya sala 2013ê a herêma Kurdistanê dike û li dor dahatiniyê firokexaneyên herêma Kurdistanê dinivîse:

“Ez Kurdên cehş baş nas dikim“

AvestaKurd - Rojnamevan Cengîz Çandar, di qunciknivîsa xwe a îro de, bersiv da rojnamevan Orhan Mîroglu û got, "ez bi tecrûbeyên xwe dizanim ku, di nav Kurdan de "Cehş" û "Qoricî" tên çi wateyê. Bi mirovên wisa re ti caran karê min nebû û nabe jî."
WP2Social Auto Publish Powered By : XYZScripts.com