Serrûpel Nûçe Xwestin miftiyê Esed “Botî“ bikujin

Xwestin miftiyê Esed “Botî“ bikujin

Belav bike
 Ew kesê herî nêzîk bû ji serokê sûriyê yê berê û bavê Beşar Esed Hafiz Esed bû. 

Ji dema ku şoreşa Sûriyê dest pê kir, heta îro ew li pişt Beşar Esed e.

Diçe kuderê piştgiriya rêjîmê dike.

Vê dema dawiyê fitweyeke xerîb derxist, got eskerên ku bi rêjîmê re şer dikin û Beşar Esed diparêzin, ew Sihabî ne. Weke kesên ku hevaltiya pêxember Mohamed dikirin.

Li ser vê yekê, grûpên dîndar û rêberê Ixwan Mislimîn li Misirê fitweya ku Botî kafir e derxist û kuştina wî helal kir.

Kesekî ku xwe bombekirbû xwe xwe bi Botî de biteqîne, lê bi wî hesiyan û ew li Şamê kuştin.

Botî Kurd e, ew bi eslê xwe ji Cizîra Botan e, li Şamê dimîne.

AVESTA KURD