Ez ne merivekî reşbîn im. Bi rengê gulê, bi perê perperokê dikarim bi saetan bextewar bim. Ji xwendina çûkên li serê darê coşeke mezin hilînim bi rojan.
Lê li van rojên sala nû bi nûçeyên ku ji girava Îmralîyê tên reşbîn im.
Dewleta tirk, lîstika xwe ya mezin a entegreya miletê kurd a bî sîstema xwe va didomîne. Pêngavên pêşîn ên ku daye pêş xwe: Bêçekkirin û şikandina berxwedana kurdan e. Ji bo vê rê nema ku bi kar neanî û tîne.
Rejima tirk ji bo vê jî li girtîgeha giravê li pişt derîyên hesinî û bi nepenî bi Abdullah Ocalan ra „hevdîtinan“ pêk tîne ku PKKê bêçek bike, berxwedana gelê kurd bişikîne.
Ez ji van hevdîtinan ra ku bi salan e didomin, nikarim bêjim „hevdîdin“, „danûstandin“ yan jî „bazarkirin“.
Merivekî dîl, êsîr, girtî û tecrîtkirî nikare bi azadî û wekhev hevdîtin û danûstandinan bike. Ev resmen dekûdolap, gef û fen in bi salan e didom in.
Hê di dema grevên birçîbûnê da serokwezîrê tirk ê vê dawîyê kapa îdamê da destên xwe û got em ê cezayê îdamê bi paş va bînîn. Yanê xwest bêje; em dikarin A. Ocalan îdam bikin!
Piştê 68 rojan(!) ê greva bircîbûnê, bi Ocalanê ku ev du sal in di tecrîtê da ye, hevdîtinek bi birayê wî ra pêk anîn û bi gotina wî ya „dev ji grevê berdin!“ dawî li greva ku hatibû radeya mirinê, hat.
Birastî û jidil divê meriv bipirse: Armanca wê grevê çi bû û çi bi ser ket?
Ji bilî êşkişandin û seqetmayîna bi dehan mirovên qenc!
Tecrîda li ser îmralîyê rabû, yan hîn jî hat şidandin?
Mafê xwe parasina bi kurdî dan di dadgehan da, yan henekê xwe pê kirin û gotin: „Heqê wergerê jî bidin!“
Û di ser da heqaret, êşkence û girtinên di bin navê KCKê da bênavber didomin û lînckirinên li ser kurdan ên metropolên tirkan berdewam in!
Niha jî çi dîrekt û çi jî îndîrekt bi heman zext û gefên tecrît û îdamê diçin ba A. Ocalan ku peyiva „çekberdanê“ jê bigirin û bi awayekî bi PKK ê bidin pejirandin.
Metirsî mezin e:
Heke Abdullah Ocalan wê peyiva bêyom got û PKK ê jî „dest ji çek berda.“
Paşê dê çi be? Yên ku dewleta dagirkerê tirk nas dike, dizane wê çi be!
Tirs tiştekî însanî ye. Meriv ditirse, normal e.
Lê nabe ku ji bo tirs, yan jî kaprîs û berjewendîyên xwe meriv qedera miletêkî, ked, xwîn û pêşeroja gelekî bavê nava herîya çar dewletên dagirker.
Temam divê meriv nerm be di sîyasetê da, lê hişk û qewîn be jî.
Ji pemboyê nermtir, ji polayê hişktir be, di sîyasetê da. Heta di şer da jî..
Biratî, cîranî tiştên xweş in. Lêbelê ne bi dagirkeran ra.
Birayê te, cîranê te, mala te dabigire, jê derneyê, rûmet û namûsa te bin pê bike, te û zarên te bikûje, bizêrîne û bêje derkeve, here! Ev çi biratî ev çi cîranî ye!?
Ew dê kengê bibin “bira”, “cîran” û heta “meriv?
Kengê dagirker dagirkerîya xwe li ser Kurdistanê rakirin, bi hemû rêxistin û dewletên xwe va ji welatê te vekişîyan, rêz û hurmetê ji ala, nirx û desthilatîya te ra nîşan dan!
Kengê te paytextên wan dagirkeran wek paytext nas nekir û berê xwe nedayê!
Kengê te wan çar tixûbên ku dagirkeran di sînga welatê te da çikandine rakir!
Û kengê bi hiş û destên xwe te wan tixûbên dagirkeran neku parast!
Wê demê belkî em ê bikarin hinek behsa „biratî“ û „cîranîyê“ bikin!
Ji bîr mekin!
Artêşên Hîtler bi gul û çîçekan, bi lava û fîzar ji welatên ku dagirtibûn derneketin.
Min nedixwest vê nivîsê binivîsim.
Hundirê min şewitî, çizîn bi kezeba min ket, lewma!
Herçiqas daxuyaniyên serfermandar M. Karayilan û fermandar B.Erdal ên ku ji dagirkeran ra gotibûn; „Hun ji welatê me derên.“
Nava min hinek hênik kiribin û metirsîyê piçek bi dûr xistibin jî, Metirsî mezin e!
Hez ji heke û egeran nakim, ne karê min e jî!
Lêbelê dîsa heke gerîla xwe ji qalibên teng ên partîzanî derxe û xwe çend qat mezin bike û di bin vê artêşa neteweyî da ji nû va were rêxistinkirin, belkî ew metirsî bi dûr bikeve.
Misoger bidûrxistina wê metirsîyê jî bi pêkanîna vîna neteweyî çêdibe.
Ne bi gotinên bêxîret ên şîlo û vala.
Gotinên xwe bi Nelson Mandela diqedînim:
„TENÊ MERIVÊN AZAD DIKARIN PEYMANAN ÇÊKIN;
MEHKÛMEK TI CAR NIKARE PEYMANEK ÇÊKE!“