Serrûpel Nûçe Li Helebê komkujiyeke hovan e

Li Helebê komkujiyeke hovan e

Belav bike

Qetlîameke ku li Heleba Suriyê, li herêma Bustan’ul Kasir pêk hatiye, xwîna mirovan dicemidîne. Li gorî agahiyên ku berpirsyarê Konseya Şoreşa Giştî a Suriyê dane, ji cemê Kuveyk, 80 cesedên kesên ku her du destên wan li paş wan hatine girêdan derketine. Nasnameya kesên ku hatine îdamkirin nediyar e û di nav cesedan de, cesedên zarokan jî hene. 
Kesên ku li wê herêmê ji bûyerê re şahîdî kirine diyar dikin ku, li ser pirraniyê cesedan şopên êşkenceyê hebûne û ji wan gellek, bi gule berdana serê wan hatine înfaz kirin.
Rêxistana Mafê Mirovan a Suriyê jî bûyer piştrast kiriye û anîne ziman ku, wana ji zêdebûna cesedan ditirsin. 
Ji sala 2011 an vir ve li Helebê tê gotin ku, 7 hezar û 81 sivîlan jiyana xwe ji dest dane.