Serrûpel Nûçe Çiyayê Elegezê

Çiyayê Elegezê

Belav bike


 

Elegez ji navê Çiyayê Elegezê tê. Bi kurdî Elegez tê gotin. Ermenkî Alagyaz an Aragast tên gotin. Hin çavkanî jî Aragasotin jî dibêjin. Ev nav ji kurdî wek Alagözê/Elagözê derbasê tirkî jî bûye.

Ev çiya(Elegez) girêdayê Bajarê Revanê/Erîvanê/Yerevanê ye. Çend navçeyên Erîvanê hene. Ji wan yekî jî Aparan e. Gundên Çiyayê Elegezê girêdayê Aparanê ne.

Kohê Elegez ji Revanê 100 kilometir dûr e. Aliyê dinê Robarê Eresê disekine.

Di zozan û çiyayê Elegezê de Kurdên Misilman û Kurdên Êzîdî hene. Gelek gundên Elegezê hene ku ji wan Kurdên Êzidî yên li 12 gundên Elegezê dijîn[1] hene.

Niştecihên Bingeh Kê ne?

Letif Memmed Brukî: Başûrê Qefqasya Ji Dîrokê Heta Îro Warê Kurdan Bûye

Hejarê Şamil: Delîl û çavkaniyên vegotina te çi ne?

Letif Memmed Brukî: Ji serî de dixwazim vê vebêjim, Eşîrên Kurdan 2 hezar 500 sal e li Başûrê Qefqasyayê wek nijadî, leşkerî û siyasî li wir jiyane. Kurd ji wir ji Ermenî û Tirkan zûdatir hatine xuyanê. Bandoriya wan heta dawiya sedsala 19.ê domî ye. Gelê me bi navê “Kurdistana Sor/Qizil Kurdistan” ve zevî û erdan binav kirin hezaran sal jiyane û bingeha gelek dewletan avêtine. Wekî mînak; beşek Împaratoriya Medya ji vir hatiye dîtin, Şahên Aran, Sasaniyan, Mehraniyan, Şahên Şirvaniyan, Desem El-Kurdî, Revadiyan, Şeddadiyan û Pnahiyan dewlet damezrandine. Lê paşê serî sedsala 18.ê de wan erd û zeviyan bi navê Kurdistan ve hatiye gotin.

[2]

Nojdarek Skoçyayî, di Ûrîsê de sekreterek peywirdarê Bel, di rojanenivîsa xwe ya rêwîngiyê de weha nivîsî ye: (Çileya Pêşîn 1716) Em ji aliya Ûrîsan çolistana Muxan, ji hêla Farîsan ve Kurdistan tên gotin ketin zeviyekî. Niha Arras tê gotin ji ser Robara Araksê tevlê nîv mîl jorê Robara Kura dibe. Kura Eyaleta Kurdistanê dixe du qet diherike diçe. Kurd navê xwe ji vê robarê girtine. Ev gel gelek qedîm û kevn e û li biya min vegotina Ksenofonê “Kardux” hêrîşa Grekan rawestand ev gel e. Niha jî gelek camêr û wêrekdar tê qebulkirin.

Hespên wan ên rind û qeşeng û bi hêzbûna wan ve di Persiyayê de gelek tên pesinandin. Kurdên ku di vê derê de niştecih in jiyanek koçberiyê dikin.(Seyyahên Derheq Azerbaycanê”, Bakû, 1961, hejmar 397)

[3]

Letif Memmed Brukî: Di sala 1923ê de bi biryara navenda pêşxistina komiteya Azerbaycanê ve İnzibati Kurdistan wek beş û qisim ve hatiye eşkerekirinê. 1923ê A. Bukşpan di pirtûka xwe ya “Kurdên Azerbaycanê” sînorên Kurdistanê weha vedibêje:

“Sinora bakûrê Qezaya Kurdistana berê heta Qezaya Qenceyê û ava Rêzeçiyayên Murodax diyar dikir. Kurdistan, robarê ji Rêzeçiyayan Kangur-Alangez(navê rast Gonur-Elegez e. HŞ)ê derbas dibe heta sinorhevê Qezaya Nor-Beyazid(niha Kamo-red) Ermensitanê ye. Başûrê Rojhelatê heta digihe Bajarên Dereleyez û Zengezurê.

Sînorên Başûrê Rojhilatê Robara hekerî didome ji navçeya Cavanşîrê derbas dibe ji gundê Efendiyan destpê dike milê çepê Hekerê heta Mîlxelevê diçe.

http://img861.imageshack.us/img861/6537/webokuragridagiefsane.jpg

Di dawiyê de Kurdistan di Başûrê Rojhilatê de Qerebax ve sînorê hev dibin û ji xala ava Milxelev û Hekerî tevlêhev dibin xwe gihand Rêzeçiya Murovdaxê. (A.Bukşpan. “Azerbayanskiye Kurde”, Baku, 1932, rûpel 10-11. Ji Rusî; A.Bukşpan “Kurdên Azerbaycanê”. Stenbol, 2007, rûpel 19. Weşanên “Pêrî”. Ji tirkî; Hejarê Şamil)

[4]


Navdarên Kurdên Elegezê

Ji Elgezê berê heta îro gelek akademîsyen, zanyar, nivîskar, helbestvan û rewşenbîrên navdar derketine.

Akademîsyen û Rewşenbîr

Prof. Dr. Şekroyê Xudo, Prof. Dr. Gîorgiyê Xudo, Prof. Dr. Reşîdê Casim, Prof. Dr. Şerefê Eşîr, dîroknas, Prof. Dr. Mexsîmê Xemo, Prof. Dr. Rostemê Casim, nivîskar, Têmûrê Lêşo Broyî (Şaredar), Ezîzê Lêşo Broyî, şaredar, Karlênê Çaçanî, Îvanê Omer Farîzov, Zîna Tîtal, Kinyazê Îbrahîm, Ezîzê Lêşo, Şawoyê Lêşo û Sîsa Huseyn, Têmûrê Lêşo û Tîtalê Huseyn, Wezire Eşo  û hwd.

Nivîskar Wêjevan û Helbestvan

Heciyê Cindî, A. Şîrvanzade, Nezerê Mêrxas, Dr. Eskerê Boyîk, Cerdoyê Gênco, Emerîkê Delo, Silêman Ceferov, Miroyê Esed, Eliyê Hecî, Celatê Koyo(Kuto), Emînê Evdal, Mirazê Cemal, Erebê Şemo, Qanatê Kurdo, Şikoyê Hesen, Fêrîkê Ûsiv, Qaçaxê Mirad, Nado Maxmûdov, Casimê Celîl, Mîkayêlê Reşît, Elîyê Ebdilrehman, Sehîdê Îbo, Ûsivê Beko, Etarê Şero, Ahmedê Mîrazî, Wezîtê Nadirî, Ahmedê Mîrazî, Nado Maxmûdov, Mîroyê Esed, Xalîl Mûradov, Şikoyê Hesen, Mîkayêlê Reşîd, Simoyê Şemo, Egîtê Şemsî[5], Rîzalyê,  Tosinê Reşîd, Çerkezê Reş, Elîxanê Memê, Bariyê Bala, Mîroyê Esed, Mîkaêlê Reşîd, Emerîkê Serdar, Sihîdê Îbo, Têmûrê Xelîl, Prîskê Mihoyî, Şekroyê Xûdo, Xelîlê Çaçan Mûradov, Marîna Siyabend, Cewoyê Mamo (Emer), Baxçoyê Îsko û Ezîzê Îsko, Şîraliyê Eşo

Rojnameger

Egîtê Xudo, berpisyarê sereke yê rojnama «Rya teze», karmendê civakê yê eyan Mîroyê Esed, Ezîzê Cewo

Siyasetmedar

Têmûrê Cindî pêşiya Elegezê gundê Sîpanî ye, Kinyas Kartal.

Stranbêj

Etarê Şero, Naile Xanım, Susika Simo, Aslîka Qadir, Kulya Neftalyan, Deyede Şemedin(Seîdê Şamedîn), Bela Qado, Şiblîya Çaçan, Werda Şemo, Asa Evdîle, Xana Zazê, Naza Kokil, Zadina Şekır, Egidé Cimo, Kubara Xudo, Torinê Paşa, Cemila Çauş’

Listikvan û Şanoger

Zozan Elî, Qeremanê Reşo, Hemîde Ûsiv, Egîdê Xudo, Ehmê Xudo, Cebarê Mîrzo, Edoyê Sultan, Xanim Ayvazyan, Emîne Evdal.

[6]

Ji Kalanê(Eşîra Şemsikiyan) Min Hin Rewşenbîr

Elî Begê Ehmedê Betene, di sala 1884ê de gundê çiyayê Elegezê tezekendê hatîye dinê. Perwerdehîyek baş girtîye. Çar ziman bi aramî diaxifîya. Ji wan zimanê dê Kurdî û ên din zimanê Ermenî, Osmanî û Fransizî dizanîya.

Hemîdê Huseyn, di sala 1885ê de li Elegezê dayik bûye. Perwerdeya sereta li Elegezê ên din li Erîvanê qedandî ye. Hem îlma medreseyî û hem jî îlma fennê wergirtîye. Ligel vê yekê Kurdî, Rûsî, Ermenkî, Farîsî, Erebî û Turkî zanîye.

Memêyê(Memo) Dawûd, di sala 1868ê de li Elegezê hatîye cîhanê. Perwerdehîyek baş digre. Li Ûrîsê gelek mertebeyên dewletê ên girîng şixulîye. Ji bilî Kurdî, Rûsî, Ermenkî, Farisî, Erebî û Turkî baş diaxifîya.

[7]

Egîtê Şemsî Kurê Hesenê Şemo ye. Li gor hin agahiyan ehlê eşîra Şemsikî ye.

Sala 1933a li zozanêd Elegezê, li Ermenîstanê, bin konê çarsitûnî da ji diya xwe bûye. Jîyana kal-bava, hewa paqij, çiyayên bilind, eşîrtîya koçera, erf-edetên kurdî, stiranên dengbêja û miqamên bilûrê yên şivana, folklora me ya dewlemend paşdemê da ew helbest xemilandin, ku bin qelema Egît da derketin.

[8]

Hin Gundên Çiyayê Elegezê

 

Gundên Elegezê kêmzêde 2 hezar mitro ji behrê bilindtir e. Erd û zeviyên wan gelek bi kêr e û hêşînahî û kesk e. Mêrgên mezin, kanî û cewên sar ve bêhempa ye.

Zivistan sar û seqem e, bihar xweş e û havîn jî ji wan xweştir e.

Qundexsaz(niha Riya Teze), Elegez, Mîrek, Pampa Kurda (Sîpan), Cercerîs, Qurubxaz, Çobangermes, Senger, Axdara, Korbilax, Karvansere, Camişlu, Keleşbeg, Topa Pîrê, Tezekend, Kûrekend, Qazmin Qazminajorin(Kasminoskoye), Qazminajêrin[9], Qerequla, Adekend, Xirbe, Zirbe[10], Mistokalo, Zoravan,  Agirî, Derîk[11], Ampûrê, Erqaşanê, Korbilaxê

 

Eşîr û Hoza Şemsikiyan û Elegez

Ji Herêma Serhed û Bazîdê beşek klana Şemskî di navbera salên 1720ê û 25ê de koçî ber bi bakûrê ve paytexta Ermenistana Ûrisê Erîvanê kirine.

Şemskiyê Koviyan (Mala Îbrahîmîl, Resûlîl û hwd.) ji Bazîd, Giyadîn û nemaze ji gundê Şaveledê koçî zozanên Elegezê dikin.

[12]

(Di gundê Sîpanê de) …kurdê ewil Mistiyê Şemo (ji eşîra şemsikan) bûye ku di sala 1829-an de ji Wanê bi malbata xwe ve reviye û li vî gundî bi cih bûye.

[13]

Eşîra Şemsîkanê piraniya wan li dora Serhedê bi cih bûne, wekî Agirî, Bazîd, Qerqelî, Payizava, Wan, Xoşab û gelek deverên Kurdistanê bi cih bûne. Aliyê Botan û Ermenistanê jî gelek gundên şemsikanî hene.

Bingeha wê eşîrê li başûrê Kurdistanê Kerkûk û Şengalê tê. Li wir ji zextên neyaran koçê bakurê bûne.

Piştî serhildana Şêx Seîd di serhildana Şêx Zahîrî de şemsîkiyan rolek mezin lîstine. Fermanderên ku serhildanê rêve dibin jî şemsîkî bûn. Navê wan lehangan jî waye Temûrê Şemsîkî û Fetoyê Şemsikî ne. Niha piraniya şemsikiyan li derdora Agirî û Botanê de cih digirin.

[14]

Çend Sal Li Elegezê Man?

Beşek Şemsikî nêzî 180 sal li Revanê herêma Elegezê niştecih bûne.[15] Di nav wan demê de Kurdên Şemskiyan bi Ûrisan, Ermeniyan û Kurdên Êzîdiyan ve têkiliyên gelek baş damezrandine û mafên hevûdu parastine.

[16]

Ji Elegezê Derketin

 

Gelek sedemên derketinê hene. Lê niha mijara me nîne. Lê heke xwendevan mereq bike dikare li googleyê “Ji Elegezê Koçberî” bigere û derheqê koçberiyê agahtar bibe.

 

Beşek Şemskiyan nemaze neviyên Îbrahîm(Neviyên Dawûdî, Neviyên Beteneyî, Neviyên Ehmed û Hozo), Neviyên Çaçoyî(Şemsê), Ji Resûliyan Neviyên Bişarî, ji Neviyên Îsmailê(Neviyên A.Kerim, A.Rahman û A.Celîlê) yekem car tên Qersê, Îdirê û Agirî. Dûv re ji wir jî hin bajarên erdnîgariya kurd koçber dibin.

 

Ji Alagyazê heta Qers, Agirî û Kopê kêm zêde 600 kilometir koçberî dikin. Ev koçberî ji ber sedema hêdîbûn û vevestan û bêhnvedanê sal an jî çend sal didome. Belê heta Kopê di çend cih û waran  de niştecih bûne. Wekî mînak; Qers, Îdir, Patnos, Milazgir(kelê) û Tetwan(Tûx) gelek malbatên Şemsiki mane.

 

Helbesta Elegezê

ELEGEZ

[17]

Herî xweş sîrûşt û xweza

Dibin ji herêma Elegezê

Heye bexdewariya jiyanê

Mirov ji wir venagere bilezê

Zozan hêşînahî û rezê

Dertên ji çiyayê Elegezê

Heye dar û daristan

Hem xwarinê cergûbezê

Gelek zana û rewşenbîr

Nivîskar alîm û kalepîr

Dertên ji devera Elegezê

Hem dikevin rêz bi rêzê

Mixabin kalanê me

Koçberî bûn ji welatê me

Ji Elegezê heta Mûşê

Ji hev şikestin wekî şûşê

Helbest: Metîn Kewê DILXÊRÎ

 


[1] Cejna Êzî li Ermenîstanê hate pîrozkirin  2012-12-15 11:25:02, Harûn Hêvî-ANF, www.bestanûçe.org, ANF NEWS AGENCY

[2] KAFKASYA KÜRDİSTANI İDEASI KÜRTLERİ BÜTÜNLEŞTİREBİLİR
Hejarê Şamil
Kurdist.ru, 29 Nisan 2009

[3] KAFKASYA KÜRDİSTANI İDEASI KÜRTLERİ BÜTÜNLEŞTİREBİLİR
Hejarê Şamil
Kurdist.ru, 29 Nisan 2009

[4] KAFKASYA KÜRDİSTANI İDEASI KÜRTLERİ BÜTÜNLEŞTİREBİLİR
Hejarê Şamil
Kurdist.ru, 29 Nisan 2009

[5] Eskerê Boyîk, 03 07 2011, Di Sovyeta Berê De Helbestên Kurdî,

[6] Ev xebat ji hêla nûçegihanê Reye Teze Mirazê Cemal, ji Arşîva Eskerê Boyik hatiye amedkirin û ji bo Ajansa Nûçeyan Firatê (ANF) hatiye şandin. www.özgür gündem.com

[7] Ji Elegezê Koçberî, M.K.DILXÊRÎ http://www.ufkumuz.net, 27/04/2012

[8] http://kurdish.ruvr.ru/2008/08/22/445593.html

[10] Zekîyê Elî Beg, Bursa, (1930-2006)

[11] Metin Ayhan, Şemskiyan Aşiretinin Tarihi Serüveni, shf 21

[12] Metin Ayhan, Şemskiyan Aşiretinin Tarihi Serüveni, shf 21, Ji tirkî werger; Metînê Dilxêrî

[13] Marina Siyabend, http://www.xendan.org/kurdi/, Serdana Gundekî Kurdan Li Ermenistanê

[14] http://ku.wikipedia.org/wiki/%C5%9Eems%C3%AEkan

[15] 180 sal hêjmarek kêmzêde ye. Kalkê Mehlem di sala 1730ê li Revanê hatiyê dinê, ew weha tên zanîn. Ji Revanê koçberî nêzî  li salên 1915ê despêkiriye.(Ji tirkî werger; M.K.D.)

[16] Metin Ayhan, Şemskiyan Aşiretinin Tarihi Serüveni, shf 21, Ji tirkî werger; Metînê Dilxêrî

 

[17] http://www.avestakurd.net/arshiv/V1/news_detail.php?id=18692