Serrûpel Nûçe “Xortên Kurda dişînin şerê li Suriyê”

“Xortên Kurda dişînin şerê li Suriyê”

Belav bike

Tê îdiakirin ku xortên Kurda yên li Kurdistan û Tirkiyê, bi taybet jî xortên li Amed û Çewlikê dişînin şerê li Suriyê û dixînine nav pevçûnan.
Di vê mijarê de Parlementerê Amedê yê BDPê Altan Tan, li meclîsê civîna çapemeniyê lidarxist. Tan di civînê de fikareyên xwe a li hemberî siyaseta Tirkiyê a Suriyê de anîne ziman û got, “çete û hin hêzên çekdar yên ku ji welatên din tên, ji ser Serêkaniya Bakur (Ceylanpinar) derbasa navçeya Suriyê dibin. Wan kesana alîkariya çek, cebirxane û muhîmmatê ji Tirkiyê digirin û diçin li Suriyê tevlî pevçûnan dibin. Herî dawî ji me re agahî hat ku, li navçeya Amedê li Haniyê, 9 an 10 xortên Kurd, birine şerê li Suriyê.”
Tan, di berdewamiya daxuyaniya xwe de anî ziman ku, ji malbatan di vê mijarê de ji wan re gilî tên û di nav heftekî de 4-5 xortên li Hanîyê yên ku bona pevçûnan birine Suriyê, qaşo bi destûr vegeriyane Haniyê. Dîsa ji xortên ku birine jê yek di pevçûnan de hatiye kuştin û cenazeyê wî jî anîne navçeya Haniyê. 
Tan wiha dewam kir, “li Çewlikê jî bi heman awayî tê gotin ku nêzika 60 xort birine şer. Em dipirsin, rastiya van îdiana çi ne? Di serî de Amed, Hanî û Çewlik. Wek her mijarê di vê mijarê de jî hikumet bêdengiya xwe didomîne. Lê mirina xortê li Haniyê û agahiya ku ji malbatên Çewlikî re hatine a 5 xortên Çewlikî li Suriyê hatine kuştin, êdî mijar anî radeyeke ku nayê veşartin. Min li meclîsê li ser van îdiana pêşniyarek pêşkêş kir. Em dixwazin ku bûyer were gotûbêjkirin. Baweriya xortên me îstismar dikin û dixînin nav şêr û pevçûnan.”

AVESTA KURD