Serrûpel Nivîskar Ew alaya we ye!

Ew alaya we ye!

Belav bike


Gelek sendromên nijadperest ên dewleta tirk hene. Ev sendrom ji karektera wê ya faşîtî û dagirkerîyê te. Bi diruşim û sembolên nijadparest û faşîst, bi salan e serê gelê xwe, tebayên xwe şûştîye û wan hîştîye di nava sendromên faşît da.

Psîkolojîk nexweş e, dewlet û gelê Tirk.

Vê nexweşîyê berdaye nava can û rûhê ji her tebeqeyên Kurdên ku kirîye „tirk.“

Heta ev Kurdên „tirkbûyî“ van sendromên nijadperestîya Tirk pir caran ji Tirkeke/î bi coştir didin der.

Milletekî ku bi salan bi van dirûşmeyên faşîst, mîna: „Tirkekî bedelê dinyayekî ye!“, „Xwezî bi wê/wî kesê/î ku dibê ez tirk im.“ „Her tirk esker tê dinyayê!“ û bi gelek safsatayên din hiş û serê wî were şûştin, ji xeynê xirabkirin û talankirinê ti xêr û sûd ji wî milletê dernayê.

Faydeyek nade mirovahîyê ew milletê di nava sendroma nijadperestîyê da.

Mîna gelek sembolên din, alaya tirk jî, ji dewlet û ji dirûjmên wan ên nijadperest û faşîst ra dibe ban û avahî û ew dihewîne, vedişêre di binê vê ban û sembolê da.

Her millet, her dewlet hez ji sembol û dirûşimên xwe dike û rêzdar e jê ra.

Lê ne, mîna yên nijadperest û faşîst ku her yek ji wan bûne sembolên jenosîd û  jiholêrakirina milletan.

Îro jî cihûyek li kuderê cîhanê be, resmeke alaya nazîyan, semboleke faşîst bibîne bi rik tûf dikê. Bi vê rik û tûfê rûmeta xwe bilind dike û wiha bû milet cihuyên dunyayê.

Alaya tirkan jî ji osmanîyan heta îro, eynî tê wê wateya nazîyan ji bo gelên ji holê hatine rakirin û gelên bindest.

Nemaze ev alaya tirk di van salên dawîyê da bêhtir ji pîvan û şîrazeyên xwe derketîye û bûye sendromeke psîkolojîk, bi taybetî jî li hember Kurdan û tevgera wan a azadîyê..

Dayîreyên fermî dayînin alîyekî, li çîya, banî, li nav gund, bajêr, li malan, li stadyûmên futbolê,  li her derê alaya tirk. Dema hêrîşên Kurdan dikin alaya tirk, çîya û warên Kurdistanê bombebaran dikin alaya tirk. Her der alaya tirk. Tirk û „Kurdên“ tirkbûyî bûne manyaqên alaya tirk!

Mîna ku ev têr nekiribe, li dervayê Tirkîyeyê li kolanên Ewropayê jî, ev sendrom ev nexweşî, ev manyaqî, roj bi roj zêde dibe. Deweteke, şayîyeke besît çêdibe di erebeyan da alayên tirk. Di pêsîra ciwanên wan da alayên tirk, di têlefonên wan ên destî da heman rewş. Li ser pakêt û ambalêjên malên tirk ku van salên dawîyê bazara Ewropayê dagirtine, alayên tirk. Li ser qutîyekî mast sê alayên Tirk bi hev ra, tabela û camekanên dikanên wan bi alayên Tirk… 

De îcar hesab bikin ka gihîştîye çi radeyê ev nexweşî.

Milletek, kesek ku ji dewleta nijadperest û faşîst zirarê dîtibe, ne normal e, ne pêkan e ku ji dirûşm û sembolên wî ra alayên wî ra hurmetkar be û hez jê bike!

Li ser çar dîwarên qawîşên zîndana Amadê alayên tirk, ev têr nekiribû li ser tewan û pencereyên wî alayên tirk hatibûn çêkirin û di bin û ber van alayan da êşkence dihat çêkirin, xwîn dipekîyayê.

Ez dema ku van sembolên xwînî li van kolanên Ewropayê jî dibînim, tansîyona min hema yek ser bilind dibe. 

Ku ew Tirk bi xwe jî dibêjin xwîn e; alaya tirk.

Ez sendroma Tirkan a alayê ku ji kompleksa xwe biçîkdîtinê (Minderwürdigkheitkompleks), vedigere kompleksa hêrîşkarîyê fêm dikim. Nexweşîyek e divê zûtirîn dem tedawî be, yan jî dê mîna nazîyan bela xwe bibîne. Pê ra sendroma Kurdên ku hatine tirkkirin jî heta cîyek fêmbar e.

Lê ev heza alaya tirk a serok, sîyasetmedar û parlamenterên ku dibêjin em nûnerên gelê Kurd in! Bi rastî hîç fêm nakim. Gelek jî li min zor tê fêmkirina wan.

Li van salên dawîyê çend parlamenterên DTPê, di civînan da ji ber alîyekî alaya tirk xar bibû, yan jî alaya tirk ne li wir bû, qayîl nebûn ku dest bi civînê bikin. Hinek ji wan bi pîrozwerî mîsaqê mîllîya Tirkan dan pêş. Yekbûna parçeyên Kurdistanê ji bo Kurdan wek zirareke mezin nîşan dan. Hinine ku xwe wek rûspî dinasînin, bi wan ên jorîn jî qîma xwe neanîn û aqil dan, ku başûr û rojavayê Kurdistanê jî tevlê dewleta „Tirkîyeyê“ bibe! Hinek ji wan jixwe jîyana xwe ya dawîyê terxan kirine ji bo mezinbûn û bihêzbûna „Tirkîyeyê“.

Û herî dawîyê jî yek ji wan parlamenteran, mîna ku ji bîr kiribe, yan jî naxweze bîne hiş û bîra xwe ku gung û bajarên wî di bin wan ala û sembolên dewleta dagirker da lîme bi lîme bûye. Birayê wî jî di nav da bi hezaran birayên wî di bin wan ala û sembolan da guh û ser li wan hatine jêkirin, çav li wan hatine qewirandin û hatine cangorîkirin.

Belê ew parlamenter mîna ku vana qet çênebûbin li çolên Erebistanê, li otêla ku lê dimîne, ji ber „tinebûna alaya Tirk“ dinepixe, xwe neqayîl dike, heta ku wê alayê dide anîn. „Kurdekî“ tirkbûyî ku di heman demê da wezîrekî dewleta tirk e, ji dilûcan li çepikan dixe ji Kurdê ku „hêza osamanî“ tîne bîra Siûdîyan ra!

Çi bisûdîyeke mezin!

Pir kêm be jî li wî parlamenterê ku alaya tirk li çolên Erebistanê daçikand, hin rexne hatin kirin. Camêr qet paxafê jî nekir, bi rexneyên ku lê hatine kirin. Û di ser da jî fetihkarîya xwe ya ji bo dagirkeran parast û got: „Ev ala netenê alaya Tirkan, alaya Kurdan e jî!“

Nexêr! Ev ne alaya Kurdan e, ew alaya Tirkan e. Alaya we yên ku dixwezin “Tirkiye” mezin bibe ye. Ew alaya we ye!

Ew ala sembola benîtî û bindestîyê ye ji bo Kurdan.     

Ev hez û hurmeta we ya li hember alaya Tirk, bêrêzî û bêhurmetî ye li hember gel û neteweya Kurd. Biçûkditin û nebawerî ye li hember nirx û berdelên Kurdan.

Li dawîyê dixwezim ji wî wezîrê ku ji we ra li çepikan xistîye, gotina rihmetî Abdulmelîk Firat bi bîr bînim, ku ji bo Necmettîn Cevheriyê parlamenterê DYPê ya Rihayê ra gotibû:

„Cevherî, Cevherî! Welle tu ne cevher î, tu paça qûna Çîller î!   

   

Bi hêvîya ku gel ji labîrentên tarî yên sîyaseta dagirkerîyê rizgar be û Kurdistan bigihîje serxwebûnê:

NEWROZ PÎROZ BE!