Serrûpel Nûçe Ocalan: Min berdin jî ez dernakevim

Ocalan: Min berdin jî ez dernakevim

Belav bike

Hevserokê BDPê Selahedîn Demîrtaş di hevpeyvînek ligel rojnameya Hurriyet a Tirkiyê de li ser nîqaşên derbarê azadkirina Ocalan de agahiyek nû bi raya giştî re parve kir. Demîrtaş gotineke Ocalan a li girtîgehê ku serdana wî kiribû belav kir.

Selahedîn Demîrtaş derbarê hevdîtina xwe ya ligel rêberê PKKê Ocalan wiha got: “Di hevdîtinên me yên li Îmraliyê de ti tiştekî wî yê şînber ku bêje nebû. Tenê got, şert û mercên wî yên xebat û hevdîtinê bê derfet in.”

Selahedîn Demîrtaş diyar kir ku Ocalan wiha got: “Mesele ne azadiya min e. Ger dewlet ji min re bêje, vê hefteyê yan vê mehê tû wê serbest bêyî berdan jî ji vir dernakevim. Ez mirovekî siyasîme û ji ber fikrên xwe yên siyasî li vê derê me. Ger ez rojekê derbikevim, ger civak azad bibe û demokrasî çêbibe, ezê derbikevim. Lê ger mesele bi azadiya min ve bê girêdan, ev ne rast e.” Rûdaw