Serrûpel Nûçe “Talabanî dipeyive, dixwîne û sporê dike“

“Talabanî dipeyive, dixwîne û sporê dike“

Belav bike

Ji bijîşkê Mam Celal yê taybet Necmedîn Kerîm agahiyên baş hatin. Bijîşk Necmeddîn Kerîm ragihandiye ku, tenduristiya Serokomarê Iraqê Celal talabanî, ku li Elmanya tê dermankirin, ber bi başiyê ve diçe.
Bijîşk Necmeddîn Kerîm, ku him Waliyê Kerkûkê ye û him jî pisporê Noroşîrujiyê ye, di derheqê tenduristiya Mam Celal de daxuyaniyeke nivîskî belav kir. Di daxuyaniyê de tê diyar kirin ku, êdî Talabanî bersivê dide tedawiyê.
Celal Talabanî, ev 3 meh in ku li Elmanya tedawiya xwe didomîne.
Bijîşk Kerîm, “êdî tenduristiya Talabanî her roj ber bi başiyê ve diçe. Talabanî dikare bixwîne, bipeyive û spora xwe jî bike.”

AVESTA KURD