Serrûpel Nûçe Hikumet hejmara cerdevanan zêdetir dike

Hikumet hejmara cerdevanan zêdetir dike

Belav bike

Li herêma Serhedê ji bo cerdevaniyê qadroyên nû tên vekirin û her diçe pergala cerdevaniyê tê berfirehkirin. Herî dawî, li bajarê Qersê, li navçeya Kaxizmanê 28 cerdevanên ku leşkeran girtine qadroya cerdevaniyê, sond xwarin û çek girtin. Cerdevanên ku çek girtine, ji aliyê leşkeran ve hatine perwerdekirin. Piştî perwerdehiya leşkerî a taybet, cerdevan li gundên ku li quntarên Çiyayê Çemçe cih digirin hatine bicih kirin.
Dîsa di 29ê Adarê de jî li Gewaşa Wanê cerdevanên ku perwerdehiya leşkerî temam kirine û girtine qadroya cerdevaniyê, çek girtin. Li gundê Guzelkonakê 10, li gundê Yoldonduyê 6 û li gundên derdorê jî qasî 20 cerdevana piştî sond xwarinê dest bi cerdevaniyê kirine.
Di heyameke ku qala çareseriyê û çek berdanê tê kirin de, zêdekirina hejmara cerdevanan balê dikişîne.

AVESTA KURD