Serrûpel Nûçe “Kengê ku Ocalan mir wê azad bibe“

“Kengê ku Ocalan mir wê azad bibe“

Belav bike

Mehmet Mîr Dengîr Firat, bi xwe damezrînerê AKPê ye û siyasetmedarekî resen Kurd e, daxuyaniyên balkêş dane rojnameya Akşamê. Dengîr Firat, di hevpeyvîna ku bi Şenay Yildiz re lidarxist de, di mijara dabeşiya Tirkiyê û azadiya Ocalan de û bi tabet jî li ser “nijadperestiya Kurda” nirxandinên ecêb kirin.
Ji bo azadiya Rêberê PKK Abdullah Ocalan dibêje, “kengê ku Ocalan mir, wê wextê wê azad bibe…”
Dengîr Firat, di beşeke hevpeyvînê de welatperweriya Kurda wek nijadperestiya hoveber (prîmîtîf) dihesibîne û wiha îfade dike: “Nijadperestiya Kurd ji nijadperestiya Tirkan peyda bûye lê, nijadperestiya Kurd ji nijadperestiya Tirkan hovebertir e.”
Ji bo veqetandina Kurdan a ji Tirkiyê jî Dengîr Firat vê dibêje: “Ne pêkan e ku Tirkiyê dabeş bikî. Ku hûn îro ji Kurdan re bibêjin ‘veqetin’ jî Kurd venaqetin. Hûn ê Kurdan çawa veqetînin? Ma hûn ê Stenbolê jî bidine Kurdan? Ev nabe. Ma hûn ê Antalya, Aydin û Mêrsînê çawa veqetînin? Ji rojhilat bêtir li rojava Kurd dijîn. Li Suriye û Iraqê rewş ne wek Tirkiyê ye. Ma hûn Kurda debeng (aptal) dihesibînin.”
Mehmet Mîr Dengîr Firat, di mijara azadbûna Ocalan de jî gotinên ecêb anîne ziman; “Helbet rojekê Ocalan wê azad bibe. Ku kengê cenazeyê Ocalan ji Îmraliyê derket wê azad be. Ti kes nizane ku wê çiqas bijî lê dema ku mirov dimire azad dibe…”

AVESTA KURD