Serrûpel Nûçe Ocalan silav ji Barzanî re şand

Ocalan silav ji Barzanî re şand

Belav bike

Di hevdîtina navbera Nêçîrvan Barzanî û Selahedîn Demîrtaş de pêşveçûnên dawî yên projeya aştî û pêngavên çareserkirina aştiyane ya pirsa kurd li Tirkiyê hatin guftûgokirin. Hevserokê BDPê Selahedîn Demîrtaş roja çarşemê ligel parlamenterê BDPê yê Stenbolê Sirri Sureyya Onder ji bo nameya Ocalan bigihînin Qendîlê serdana Herêma Kurdistanê kirin. Demîrtaş bi rêya serokwezîrê Herêma Kurdistanê silav û rêzên Ocalan ji serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî re şand.

Demîrtaş tevî sipasî û pêzanînên ji bo piştgiriya hikûmeta Herêma Kurdistanê, rol û hewldanên Nêçîrvan Barzanî yên ji bo paldana Tirkiyê û serokwezîrê Tirkiyê Recep Tayîp Erdogan ên ber bi çareserkirina pirsa kurd li Tirkiyê, dûbare kir ku ger di rojên bê de proseya aştiyê zêdetir pêşbikeve, wê rol û erkê Herêma Kurdistanê yê ji bo piştgirî û hevkariya pêvajoya aştiyê zêdetir bibe. Demîrtaş daxwaz ji Nêçîrvan Barzanî kir ku çawa di qonaxên borî de rolekî giring di dest pê kirin û pêşveçûna pêvajoyê de hebû, di siberojê de jî bi heman awayî rol bileyîze. Herdu aliyan ji bo çareseriyê pal bide û hevkariya wan bike.

Di civîna navbera Nêçîrvan Barzanî û Demîrtaş de, Demîrtaş behsa giringiya peywendiyên dîplomasiyên Hikûmeta Herêma Kurdistanê kir. Demîrtaş daxwaz kir ku hikûmet û serokwezîrê Herêma Kurdistanê sûd ji peywendiyên dîplomasî û bi taybet ên ligel Ewrûpa û Amerîka werbigre û wan peywendiyên ji bo çareseriya pirsa kurd li Tirkiyê bikarbêne.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî jî di civînê de keyfxweşiya xwe ji bo pêngav û hewldanên herdu aliyan ên ji bo aştî û çareseriyê diyar kir. Nêçîrvan Barzanî diyar kir ku hikûmeta Herêma Kurdistanê piştgiriyê dide projeya aştiyê û tişta ji bo çareseriya pirsa kurd li Tirkiyê pêwîst bike, çi tişta bikeve ser milê hikûmeta Herêma Kurdistanê wê cîbicî bikin. Nêçîrvan Barzanî destnîşan kir ku wê heta dawiyê ligel projeya aştî û çareseriya aştiyane be û ji bo vê yekê jî wê hemû hevkarî û piştgiriyekê bikin.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê destnîşan kir ku pirsa kurd li Tirkiyê pirsa gelekê ye û wiha got: “Partî û aliyên siyasî hebin an nebin, ev pirsgirêka gelekê heye. Divê her bê çareserkirin. Çareseriya rastî jî çareseriya aştiyane ye. Çi dema derfetê çareseriya aştiyane hebe, kurdan pêşwazî lê kirine, ji bo aştiyê hatine pêş û destê aştiyê dirêj kirine.” Nêçîrvan Barzanî daxwaz kir ku derfet û proseya li Tirkiyê dest pê kirî, bigihe encamê û ji bo her aliyekê aştiyê ligel xwe bêne; “Ji ber ku aştî di berjewendiya kurd û tirkan de ye. Çareseriya aştiyane jî wê xizmeta herdu aliyan bike.” Rûdaw