Nivîskarê rojnameya Zamanê yê ku di nav Komisyona Aqilmendan de cih digre û Serokê Weqfa Nivîskar û Rojnamevanan Cemal Uşşak, xwe dispêre gotinên Seîdê Kurdî (Nursî) û pêşniyar dike ku, bila Tirk di nav artêşa Îslamê de fermandar bin, Kurd jî leşkerên wê artêşê yên bi heysîyet bin.
Cemal Uşşakê ku wek bi nasnameya cemaeta Gulen tê naskirin wiha dibêje: “Mirov ancax di warê teqwayê de dikarin li hevdu mezintir bin. Ew mezintiya jî ti caran nayê gotin lê tê zanîn. Yê ku mezintiyê îdia dike jî qet ne mezin e… bi îfadeya jîrekê Kurd Bediuzzeman Seîd Nursî, miletê Îslamê artêşek e; fermandarên wê artêşê jî Tirk in; Kurd jî di wê artêşê de neferên (leşker) bi heysiyet in. Mafê ti kesan tine ku nasname û mafên kesên din red bike…”
Seîdê Kurdî jî wiha dibêje: “Tirk aqilê me, em qeweta wan in.”
AVESTA KURD