Di civîneke çapemeniyê de serokê Konseya KCK Murat Karayilan got ewê ji 8 Gulanê û pêve ji Tikriyê derkevin û li başûrê Kurdistanê bi cih û ji bo vê jî ew alîkariyê ji hikûmeta herêma Kurdistanê xwest.
Lê di vê mijarê de tiştekî din eşkere bû, ew jî, PKK ev demeke gerîlayên xwe dişîne rojavayê Kurdistanê û li herêmên Kurdan bi cih dike.
Cîgirê serokê Artêşa Azad General Malik Al Kurdî got ku ji destpêka şoreşa Suriyê de ew dizanin ku PKK gerîlayan dişîne Sûriyê û li herêma Kurdan wan bi cih dike, lê belê ew ji vê yekê natirsin ji ber ku Kurd dibêjin ku ew dixwazin di nava sînorê sûriyeke demokrat de bijîn û mafê xwe di wê çerçeveyê de biparêzin.
Malikî ji bo Rûdaw diyar kir ku haya wan ji tevgera PKK li Sûriyê heye.
Li aliyê din fermadeyekî Yekîneya Parastina Gel (YPG) ya ser bi PYD ve Qamişlo ji heman jêderê re diyar kir ku xebera wî ji hatina gerîlayên PKK tune ye lê belê eger ew hatibin Sûriyê jî tiştekî normal e.
Komutanê YPG Hesen Qamişlokî got, Kurdên Sûriyê jî di şoreşa Îlonê de alîkariya Kurdên başûr (Iraq) û di şoreşa Tebaxê de alîkariya Kurdên Bakur (Tikriyê) kirine û ne tiştekî xerîbe ku Kurdên din werin alîkariya birayên xwr bikin.
Qamişlokî her wiha got, jixwe gelek gerîlayên ku çûbûn nava PKK ji Kurdên Sûriyê ne, ew vedigerin mala xwe û nava miletê xwe û li ser xaka welatên xwe li rojavayê Kurdistanê şer dikin.
AVESTA KURD