Li Iraqê 10 kanalên televîzyonê hatine qedexe kirin. Di nav televizyonên ku weşana xwe li Iraqê hatiye qedexekirin de televizyona Qatarê El Cezîre jî heye.
Komisyona Ragihandin û Çapemeniyê a Iraqê diyar kiriye ku, ev kanalên satalayt li Iraqê bûyerên ku diqewimin zêde mezin dikin, agahiyên ne rast didine gel û dibine sedema lêsorkirina şer.
Komisyon hinceta qedexekirina televîzyonan wiha îfade dike, “peyamên ku bêqayde tên dayîn, hemû sînorên maqûl binpê kirine û pêvajoya demokratîk xistiye nav xetereyê.”
Nûçegîhanê BBC yê Bexdayê Rafid Caburî anîye ziman ku, li Iraqê televizyonên ku hatine qedexekirin, xwediyê wan televizyonana bi pirranî Sunî ne û El Cezîre jî li Iraqê bi weşana xwe a bi Erebî wek alîgirê Suniyan tê hesibandin.
Serokwezîrê Iraqê Nurî El Malîkî, gengeşiyên ku di navbera mezheban de zêde dibin, bi şerê Suriyê ve eleqedar dîtibû.
Televizyonên ku weşana wan li Iraqê hatiye qedexekirin: El-Cezire, Bexdad, Şarkiye, Şarkiye News, Babiliye, Selahaddin, El-Envar 2, Et-Taxyir, Felluce û El-Garbiye.
AVESTA KURD