Serrûpel Nûçe Derziyên beyat li zarokên Kurda xistine (Vîdyo)

Derziyên beyat li zarokên Kurda xistine (Vîdyo)

Belav bike
Di heyama Wezîrê Tenduristiyê yê berê Osman Durmuş de, ku ji partiya nijadperest MHP’yê bû, bi zanebûn derziyên sorikê yên ku wexta wan derbas bûne û beyat in li zarokên Kurda xistine. 
Di navbera salên 1998 û 2001 an de zarokên ku li Kurdistana Bakur li bajarên wek Riha, Amed, Êlihê derziya sorikê li wan xistine, an dimirin an jî seqet dimînin. Sedema mirin û seqetiya zarokan jî derziyên beyat yanê yên ku dîroka bikaranîna wan derbas bûne ne. Wezareta Tenduristiyê a Tirkiyê, tê îdiakirin ku bi zanebûn derziyên beyat (kartîbûn) li zarokên Kurda xistine.
Zarokên ku di wan salan de ev derziyana li xwe xistine, bi nexweşiya Subakut Sklerozan Panensefalitê (SSPE) dikevin. Pirraniy wan nafilitin û jiyana xwe ji dest didin. Hin jî seqet dimînin û tenê bi xwarinên ron yên wek muz, puding, xox, şîr têne xwedîkirin.
Li Rihayê zêdetirî 500 zarok hene ku bi nexweşiya SSPE’yê ketine. Malbatên zarokan li hemberî vê nexweşiyê neçar in û zarokên wan her roj li ber çavên wan dihelin.
Serokê Komeleya Nexweşiyên SSPE Jiyandin û Piştgiriyê yê Rihayê Feyyat Kaya diyar dike ku, di heyama Wezîrê Tenduristiyê yê berê Osman Durmuşê MHP’yî de zarokên ku derziyên sorikê li wan xistine bi vê nexweşiyê dikevin û tê de diçe: “Gelo çima ev nexweşiya tenê li bajarên Kurdan hene û zêde ne? Nexweşên me pirraniyên wan nexweşiya sorikê derbas nekirine. Hejmara zarokên ku bi nexweşiya SSPE’yê dikevin li bajarên Kurdan pirr zêde ye li gorî herêmên din. Bijîşk jî dibêjin ku sedema vê derzîyên sorikê yên beyat in. Hin rayedarên hikumetê jî, her çiqas ne fermî be jî, dibêjin ku derziyên wext derbas bûyî li zarokan xistine û sedema nexweşiyê jî ev e.”

AVESTA KURD