Serrûpel Nûçe Çareya netewî ji bo rojavayê Kurdistanê çi ye?

Çareya netewî ji bo rojavayê Kurdistanê çi ye?

Belav bike

ÇARA NETEWÎ BO ROJAVA KURDISTANÊ :

 

PARADÎGMEK BI WEC KURDISTANÊ AVA DIKE,  PARADÎGMEK  BÊ WEC, DÊ  ENCAMÊN BI XETER JI BO  HEMO KURDAN PEYDA BIKE.

 

Tecrîbeya siyasî, bi dirêjahiya tarixê  daye nişandan ku eger siyaset rastiyên bingehîn yê rewşa hundurî û  derveyî fehim neketin û gore vê yekê xe amade neketin ew siyaset bi ser nakevîtin. Ev rasiye bi taybetî bo Kurdan li Rojava Kurdistanê zeroriyetek jîndariye.  

Fere ku partiyên siyasî, yên Rojava Kurdistanê,vê yekê baş li ber çavan bigirin. Bi taybetî ev erke di kevîte ser milên  birêzan rêveberên PYD, lewma ew partiyek serekeye li vî parçeyê Kurdistanê.

 

Di vê nivîsinê de, mebesta min, ne ewe ku rexneyek taybet li çu partiyan bikim yan li PYD bikim, lê ez dixazim hind têbînan di derhekê paradigma pêwist bo Kurdistana Rojava diyarbikim.

 

Bi dîtina min, di bercewendiyên PYD û hemo Kurdan de ye ku ew paradigma xwe cardin diber cavan de derbaz bikete ve û rastiyên siyasî yên hundurî û navdewletî û herêmî  bidete ber cavan û gora wê, ji nû ve  siyaseta xwe binexşîne. Paradigma niho ya PYD ji hejmarek unusuran pêk dihêtin. Bawer dikim ku ew na gunjin di gel rastiya rewşa siyasî, ideolojî û aborî ya iro di cîhanê de û di herêmê de hakime.

 

 Diyare ku PYD dixazitin  gora ideolojiya xwe,  bi tinê  biryardar û desthilatdar be.  Eger partiyek  bixaze bitinê  biryara  paşeroja herêma Kurdistana Rojava  bidetin, ev dihête wateya ferzikirina  sîstemek yek partî, yek serok, yek deng, yek reng û yek ideolojî.  Em di bînîn ku sîstem û ideolojiyên bi vî  awayî li Rojhelata-Navîn û li cîhanê îflaskirîne, piraniya wan feşilîn û ji holê rabûn. Yek duyek ku hêj li cîhanê mayine, ew jî li ber mirinê ne.  Wan  sîsteman li Iraqê, li Suryê, li Misrê, li Libyayê  û li pir walatên din felaketên mezin bo gelên xwe anîn, niho jî li Surê rejima Beşar al Esed ji ber vê yekê  bûye sebebê wêrankirina Suriyê û li ber nemanê ye.

 

Eger mirov kûr li cewherê siyaseta PYD binêre, û li bingehên wê binêre di bîne ku  ew cavlêkirine (teqlîdek) bo demokrasiya Dewlet-Bajêr ya  Athina  ku  berî  mîladê  bi dora pênc sed salan hebû. PYD meclisên gelerî li bajaran, li nahiyan û li qazan  didete çêkirin, û dibêjîtin ku eve demokrasiya rasteraste, yan demokrasiya geleriye. Lê îro çu mercên çêkirina demokrasiya wek ya Athina nînin. Demokarasiya wek ya Atina bikêri civata hemdem nahêtin, lewma civata hemd, bi hemo awayên jinê, ji civata Atina dure û cudaye.

 

Hêvîdarim ku rêveberên PYD, konsepta xwe ya demokrasiyê, di ber cavan de derbaz bikin û gora rastîya cihanê, ji nûve tomar bikin bi awayek ku  bi kêrî zeman û mekan bihêtin, bi kêrî  civata hemdem di qirnê 21 de bihêtin.

 

Demokrasiya Athina ya çewan bû ?

 Ji bo ku gelê me vê rastiyê bizane, min pêwîst dît ku bikurtî hind agehdariyên bingehî li  ser demokrasiya Athina û destgehên wê binivîsim. Dewlet- Bajarê Athina bi hejmarek destgehan û saziyan dihate îdarekirin, ew gora  nufosa Athina û gora wê demê serkeftî û pêşkeftî bûn , eve li jêr, bi kurtî wanan diyar dikim.  

 

Nifos.

 

Nifosa Bajar-Dewleta Athina dora  du sed û pênceh hizar (250.000) kes bûn, lê bes çil hizar kes (40.000) wek hemwelatiyên xwudan dîtin, dihatin hesibandin û ji wan bes şeş hizar kesan biryar didan.

 

2 Hemwelatî .

 Mercên kesên ku mafên hemwelatiya Atina  hebûn  evbûn : 

-Day û bab athînî bin, eger day yan bab, ne atînî bûyan, mafên wan yên hemwelatiyê nebûn.

– Temen ji bist salan kêmtir nebe. Kesên temenê wan ji pist salan kêmtir bûn beşdarî jiyana siyasî nedibûn.

– Mêr. Mafên jinan nebûn ku di karûbarên Dewletê de cih bigirin yan deng bidin.

– Azad, ne kole be. Kole di bê mafbûn û tev li jîna siyasî ne dibûn.

– Xweyanî. Kesên biyanî (ecnebî), di karûbar û siyasetê de, di demokrasiya Attina de,  bê maf bûn.

 

2. DESTGEHÊN DEWLETA ATHINA

 

Demokrasiya Athina  bi  birek destgehan dihate îdarekirin.  Gora wî zemanî ew pir pêşkevtiî bûn, lê disan jî ne ne dikarîn arêşan û girifdariyan baş çareser bikin, ji ber vê yekê arêşe her dem hebûn û pêdivîtî bi guhurînan ( reforman) hebû, ew  demdem dihatin kirin.

 

Desgehên sereke : 

 

EKKLÊZIYA ( ἐκκλησία)  Civata gelerî.

Civata gelerî ji  şeş hizar kesan ( 6000) pêk dihat. Wan bi navê gel biryar didan û qanûn  didanandin.

 

BÛLÊ. (Βουλή) desgehek ji pênc sed endaman (500) pêk dihat, erka wê ew bû ku projeyên biryaran û qanûnan amade bike û pêşkêşî  mecilisa gelerî bike.

 

HÊLIYÊ. (Ἠλιαία),  dadgeha gelerî, ew  destgeheka dedkariyê bû, erkên wê, ew  bûn ku hukmên qanûnî li ser kesan, yan li ser rewşan derîne.

 

Stratêj (στρατηγός) destgehek serleşkerî ji deh kesan pêk dihat. Erkên wê karûbarên leşkerî, ceng û parastin bûn.

 

Ew her sê destgehên dawî bi Ekklêzya ve girêdayî bûn û şerîîyeta xwe ji wê digirtin.

 

Paradigma demokrasiya ku PYD dixaze li Kurdistana Rojava  bikarbîne, di bingehên xwe yên hizirîn û felsefîn de, nêzike bo rejîma siyasî ya  li Lîbyayê hebû û wê jî  bingehên xwe ji demokrasiya Athina digirîtin. Lê ferqên pir mazin hene, demokrasiya Athina bo Bajar-dewletan mumkun bû lê ew ji bo netewekê ku  bi milyonan, yan bi dehan milyonan, nufosa wê heye, bi kêr nahêtin. Nufosa  Athina  ya wê demê ji ya bajêrê qamîşlo jî kêmtir bû, karanîna demokrasiya gelerî heta di bajarek wek wî de jî  pir bi zehmet e.

 

DEMOKRASIYA SERKEFTÎ.

 

Iro demokrasiya liberal di cihanê de belav bûye û bûye tecrîbeyek serkeftî. Ew  rejime pêşveçûyînên siyasî, abûrî, demokrasî, azadiyên giştî  û mafên mirovan bo hemwelatiyan peyda diketin û misoger diketin. Welatên ku ev rejime ceribandîne, bi serkeftîne, lê welatên ku rejîmên din ceribandine yan di ceribînin  di hemo waran de şepirzene û di warên siyasî, çandî, aborî de belingazin yan bi belingazî jîna xwe didomînin. Rewşa Libya, Misrê, Tunisê, Irakê û Suryayê li berçavên me ye.

 

DELÎVEYEK MEZIN BO KURDISTANA ROJAVA ÇÊBÛYE.

 

Mafên çu terefan nine ku xeletiyê biketin û vê delîveya mezin li ber gelê kurd bidete wundakirin û li pey ideolojiyek û rejimekê  bimeşe ku na gunjît digel siyaset û rejîmên siyasî di cihanê  û di herêmê de. Eger iro demokrasiya liberal li çihanê bi rengên cuda cuda bûye hakim, sedemek giring heye : hişyarbûna hesta hevbeş ya cihanê ye, ew hesta ku pê dihesit ku ev rejîme dibîte bersef  jibo  hewcehîyên siyasî, aborî, çandî di cihanê de.  Bê guman, kêmasî hene, lê ew di pêvajo zemanî de, dihên çareserkirin, dihên rastkirin. Çu partiyên siyasî çu lider neşên bijên ku dunya hemo şaşe, xelete û xwe bitinê rast û durist bihesibîne, eger tiştek bi rengî ji layê terefekê bihête hizirîn watateya wê ewe ku ew teref, bi xwe ,xwe ji cîhanê dur dixînit û di riyek bi xeter de diçe. Xeter hem  jibo wî ye  hem ji bo xelkê wî ye jî.

 

 ÇI ÇARE BO KURDISTAN ROJAVA FERE ?

 

Pêdvî, dibînim  ku di vî derbarî de, çend dîtinan pêşkêş bikim :

Di despêkê de, bila em ji bîr nekeyin ku rewşa Suryê ber bi aloziyek dijwartir  ve diçîtin.  Ne dûre ku şer û gengeşe belavtir bibe û bi salan bidomîne, îro bi dehan  hêzên çekdar, ji bîrûbaweriyên cudacuda li dijê rejîmê şer dikin.

Dema ku rejîm hilweşe jî, ew dê li dijê hev şer bikin. Ev rewşe pir tariye, paşeroja Suryê ne zelale . Fere ku gelê kurd, li Kurdistana Rojava paşeroja xwe bi ya Suriyê ve ne girêde, her niho careyên siyasî, aborî, civakî û îdarî bo xwe bibîne.

 

 Ji bo ku gelê kurd, bi kare bibîte xudan maf û ne mînîte li benda, dawîbûna şerê li Suryê, hind şert û merc hene û fere  meşruyetek netewî û navnetewî   peyda bibe. Ji bo vê yekê  fere ku bizava siyasiya kurd du curên  meşruyetan ( rawatiyan) bi dest xwe bixîne.

 

Rewatiya natewî.

Rewatiya netewî berîtiye ji damezirandina desgehên siyasî ku partî û bîr û baweriyên cidacuda, bi azadî di avakirina wan de beşdarbibin. Di vê rewşê de, îradeyek heveş ya gelê kurd der dikeve holê û dihête romet girtin

 

 Ji bo ku ev meşruyete binecih bibîtin û  bi ser bikevîtin fere ku gora mercên  heyîn, di demek nêzûk de, çar desgehên sereke  bi îradeyek hebeş û bi hevkariyek giştî bi cihbibin:

 

Parlementek. Nunerên herêmên Kurdistanê bi beşdariya kêmnetewên Kurdistanî jî , ege mumkun be ( wek mesihî, ereb, çerkez, turkmen …)  bêne dest nîşankirin û parlementek bo herêma Kurdistana Rojava bihête damezirandinin. Ev parlement dibîte destgeha rewa ya danandina qanûnan bi navê gel. Ev destgehe dikare qanûnan bi afirîne. Gora demokrasiyê mafên partiyan nine ku bi navê gel qanûnan dane, îrade û ideolojiya xwe li ser hemo gel bidete ferz kirin.

 

Hukumetek Kurdistanî. Hukumetek îtîlafî bi rêkûpêk bihête damezirandin, ev hukumet dikare, desthilata rêvebirinê temsil bike û îdareya Kurdistana Rojava  bike. Bi saya vê hukumetek bi vî  rengî, wezaret û karên îdarî, siyasî, aborî, çandî û yên din dê bihêne meşandin bi awayek xwser û bê tedexula  biyaniyan.

 

Desthilardariyek  dadwerî, (qezayî) bihête damezirandin, erkên wê ewin ku dadê bi riya dadgehan, bi serbestî û bi serbixweyî binecih biketin.

 

 Saziyek leşkerî û polisî ku rasterast girêdaye bi hukumetê vê, bihete damzirandin, jibo binecihkirina emin, asayişê û parastina gelê Kurdistanê.

 

Ji bo ku îstîqrar  peyda bibîtin û valatiya deşilatdariyê nebîtin, pêwîste ku kesatiyek  laîq wek, serok jibo herêma Kurdistana Rojava bihête hilbijartin,  kesatiyek bi şexsîyet û rumet girtî be, da ku li ser wî îtîfaq bihête kirin û ew bibîte sebebê îstiqrarê. Bawer dikim ka ya baş ewe ku ew  kesatî di weko şert û mercên hilbijartina parlementî , ji layê gel ve rasterast, bihête hilbijartin û selahiyetên wî yên xurt di hind wanran de hebin.

 

B. Rewatiya navnetewî .

 

Rewatiya navnetewî ger, cuzîî be jî, zeroriye jibo naskirina statuyekê bo herêma Kurdistana Rojava, her wesan jibo domandin û jiyana wê ya siyasî û aborî. Ev rewatiye mumkune eger ev şert û mercên li jêr bihêne rumetgirtin û binecihkirin :

 

Pirdengî û pirrengî li Kurdistana Rojava bihête cihbicihkirin û ji terefê hemo layan ve bihêne  rumetgirtin. Azadî û bîrûbaweriyên ferdî û hevbeş bihêne misogerkirin.

 

Partî û bîrûbaweriyên cuda bi rastî, di çêkirina proje, pêşniyar û birayaran de, cih bigirin.

 

Rejîma siyasî ya bihête avakirin bigunje digel  rejîmên demokrasî yên hemdem, nexasime di gel rejîmên Dawletên sereke yên ku pişgirtina muxalefeta rejima Beşar al-Esde dikin. Mina Dewleta Amerika, Fransa, Birêtanya û Yekitiya ewropa. Eger rejîmek bi vî rengî nehête avakin, Dewletên mezin nahêlin ku rejîmek dîktatorî yan firşik diktarorî,di şuna rejîma Baasista  suryê de bihête damezirandin. Ev  xale pir giringe. Bila kes vê rastiyê ji bîr neket, ne jî hewul bidetin ku wê bi xelkê kurd bidete jibîrkirin. Fere ku hemo partiyên siyaî li Kurdistana Rojava, nexasime partiya xurtir ku PYD ye, di vî derbarî de, bi diqet  siyasetê bikin.

 

Fere ku hêzên siyasî yên Kurdistana Rojava,Herêma Kurdistana Başûr û destgehên wê ku di qata navnetewî de, dihên naskirin û rumetgirtin bo xwe bikene numune û ji tecribeya partiyên Kurdistana Başûr sud wergirin.

 

Bi taybetî, pişgirtin û tecribeyên serokê Herêma Kurdistanê, Birêz Mesud Barzanî û tewcîhatên wî, di vi derbarî de, dê bibin destekek û harikariyek pir giring bo  naskirina  statuyek resmî bo herêma Kurdistana Rojava.

 

Dr. Musa Kaval