Serrûpel Nûçe 33 rojin termê wê li cem bijîşkê dadê ye!

33 rojin termê wê li cem bijîşkê dadê ye!

Belav bike
Doktorekî Kurd, piştî ku xwendina xwe ya doktora li Ukranya temam dike, bi vê jina Ukranî re dizewice. Piştre bi hev re biryarê distînin ku li Kurdistanê bi cih bibin.

Tên Kurdistanê, piştî demekê jin di rûdaneke ne diyar e, jiyana xwe ji dest dide.

Bijîşkê Kurd û hevsera xwe Darya Osabe Rusaya (22 sal), roja 02.05.2013 têne Kurdistanê, lê piştî 5 rojan ew jiyana xwe ji dest dide.

Di derbarê mirina wê de, lêkolîn û lêpirsîn berdewam dikin.

Hevserê wê ji Rûdaw re got ku wê bi destê xwe xwe kuşt, ew jî bi vexwarina Al Kohol ya zêde.

Heta niha nayê zanîn, bi rastî miriye yan hatiye kuştin, yan jî xwe kuştiye. foto: Rûdaw